Ji Baselê heta Strasboûrgê: Azadî ji Ocalan re!

Meşvanên Basel-Strasboûrgê bi coşeke mezin dest bi meşa xwe ya di roja 6’an de kirin.

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven hatine destpêkirin, ji Baselê heta Strasboûrgê meşeke dirêj hatibû destpêkirin. Meş di roja 6’an de didome.

Meşa îro li bajarê Selestadê yê Fransayê hate destpêkirin. Meşvan bi sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Bijî berxwedêrên zindanan’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ dimeşin.

105 KÎLOMETRE MEŞIYAN

Di meşê de li bajarên ku meşvan jê derbas dibin, belavok tên belavkirin û Kurdên li van bajaran jî piştgiriyê didin meşvanan.

Çalakger di 5 rojan de 105 kîlometre meşiyan. Meşvan ew ê îro 26 kîlometreyan bimeşin û ew ê bigihêjin bajarê Ersteîn ê Fransayê.

Bi nêzbûna Strasboûrgê re, coşa meşvanan jî zêde dibe.