Ji Asûriyan banga rawestandina komkujiyên etnîk-olî yên li Sûriyê
Ji Asûriyan banga rawestandina komkujiyên etnîk-olî yên li Sûriyê
Ji Asûriyan banga rawestandina komkujiyên etnîk-olî yên li Sûriyê
Di konferansek li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê de, ji bo pêşîgirtina li erîş, zext û komkujiyên li Xiristiyanên li Sûriyê tên kirin bang li welatên Ewropayê hat kirin, ku bikevin nava tevgerê.
Li ser banga Komîteya Xiristiyanan a Rojhilat-Navîn (MECHRIC) nêzî 40 nûnerên gelê Asûrî-Suryanî yên ji welatên cuda yên cîhanê hatin cem hev, pirsgirêkên gelê Xiristiyan ên li Sûriye, Misir, Lubnan, Iraq û Tirkiyê nîqaş kirin û ji bo dawîanîna li zext, komkujî û êrîşên li hemberî gelê Xiristiyan biryar da têkeve nava hin rêze hewldanan.
Di nava biryarên hatin wergirtin de daxwazên berçav ên weke astengkirina çûyîna alîkariyan ji bo rêxistinên El Qaîde û El Nûsra û mafê avakirina polîs û xweseriyê yên herêmên gelê Xiristiyan li Sûriyê, cih digirin.
Beşdarên konferansê,ji bo daxwazên wan bicih were anîn biryar dan ku bi siyasetmedar û Sefîrên Bilind ên welatên Ewropayê û sefîrên welatên ne li nava Yekitiya Ewropayê yên mîna Rûsyayê re hevdîtinan pêk bînin.
Beşdaran mînakên ji hovîtiya li Xiristiyanên li Sûriyê hatine kirin destnîşankirin û bang li Cîhan û Yekitiya Ewropayê kirin ku vê yekê qebûl nekin û xwestin ne tenê Xiristiyan her wiha Muslimanên rastî êrîşa çeteyan jî tê, werin parastin.
Rojnamevan Nûrî Kino diyar kir ku ev yek tevgereke xalîkirina etnîk û olî ye û anî ziman ku divê Yekitiya Ewropa dawî li alîkariya pereyan a ji bo komên oldar ên radîkal ên di nava mûxalefetê de cih digirin bîne. Kino bibî xist ku li hin deverên Sûriyê qanûn û dadgehên şerîatê hatine avakirin û xwest, alîkariyên ji bo komên mîna El Qaîde û El Nûsra bên rawestandin.
Kino anî ziman ku ne tenê li Sûriyê divê li Iraq, Misir û Lubnanê jî dawî li êrîşên li hemberî Xiristiyanan bê anîn û reformên Tirkiyê soza wan dane bicih werin anîn. Kino got, "Duh ez bi keşîşekî re axivîm. Ji min re got; gelo hûn wan abînin? Ji kerema xwe re ji kerema xwe re bêyî dereng bimîne qîrîna jin û zarokên hatine qetilkirin bibihîzin. Ji 30 welatan cîhadperest hewl didin li vê derê dewleta Îslamê ava bikin. Ji niha û pê ve hûn nikarin bêjin, me nedizanîbû."
Attiya Gamrî yê ji Holandayê beşdarî konferansê bû ragihand ku bi sed hezaran Asûrî-Suryanî ji ber zextan neçar man xaka xwe biterikînin û diyar kir ku bi tenê li Nîvevayê nêzî 300 hezar Asûrî neçarin l kampan bijîn û ew bi xwe bi nêzî hezar penaberan re axiviye.
Li ser navê Federasyona Ciwanan a Asûrî-Swêd Îsah Betsîmon da xuyakirin ku gotina 'Xiristiyan rastî komkujiyê tên' têrê nake û ji bo rawestandina komkujiyê xwest, gavên berçav werin avêtin.
Rojnamevan Kino wekî din ragihand ku hin parlamenterên ji Parlamenta Ewropayê li pêşberî vegotinên li konferansê şoqe bûne û anîn ziman ku wan ne dizanî êrîşên ewçend dijwar hatine kirin. Kino destnîşan kir ku ewê piştre konferanseke berfirehtir lidar bixin.