Ji aliyê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Wanê li Dêra Heft lêkolîn
Ji aliyê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Wanê li Dêra Heft lêkolîn
Ji aliyê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Wanê li Dêra Heft lêkolîn
Meclîsa Giştî ya Bajêr a Wanê, wê rewşa dêra bi navê Varagavank “Dêra Heft” ya ji ber xemsariyê banê wê hilweşiyaye û di sala 2011’an de jî ji ber erdheja ku rû da qubeyên wê yên pêş hilweşiyan bigire dest. Rewşa Dêra Heft, wê di civîna meha Tebaxê ya Meclîsa Giştî ya Bajêr a Wanê de were destgirtin.
Ji bo dêra Varagavank “Dêra Heft” Meclîsa Giştî ya Bajêr a Wanê ket nav hereketê. Serokê Komîsyona Hawirdorê ya Meclîsa Bajêr ê BDP’yî Alî Kalçik, dêr ziyaret kir û hin lêkolîn kirin. Kalçik rewşa dêrê ku bi raporekê pêşkêşî maclîsa bajêr kir destnîşan kir ku Azîze Gayeme û Hrîpseme parçeyek ji çarmixa ku Hz. Îsa pê hatibû çarmixkirin aniye vê dêrê. Kalçik her wiha da xuyakirin ku ji bo cîhana Xristiyanan girîngiya dêrê pirr e û wiha berdewam kir: "Lê mixabin ev avahiya dîrokî piştî erdhejê bi tunebûnê re rûbirû hatiye hiştin. Veguheriye xirbeyekê û êdî ji avahiyeke dîrokî derketiye.”
‘BÎRDOZIYA FERMÎ VAN TIŞTAN BI ZANEBÛN DIKE’
Kalçik di axaftina xwe de anî ziman ku li gorî baweriya Îslamê 4 olên Semawî hene û wiha berdewam kir: "Îbadetxane malên Xwedê ne. Di tevayî pirtûkan de wiha derbas dibe. Parastina wan têkildarî baweriya bi Xweda re ye. Bîrdoziya Fermî çawa di înkara Kurdan de bi israr e, di heman demê de bi tunekirina avahiyên bi vî awayî re jî armanca wê hedefeke polîtîk e.”
‘EM Ê RAPORA XWE PÊŞKÊŞÎ MECLÎSÊ BIKIN’
Kalçik di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Divê derdora dêrê were paqijkirin. Sewal ji herêmê werin dûrxistin. Pêwîst e gelê me li cihên wiha xwedî derkeve. Me îro xebateke tespîtkirinê kir û li hemberî dîmenên ku min dîtin ez ecêb mam. Divê tavilê rayedar bikevin nav tevgerê. Em vê dîrokê biparêzin. Em ê rapora di vê der barê di meha Tebaxê de pêşkêşî Meclîsa Giştî ya Bajêr bikin.”