Ji aliyê ciwanên Siwîsreyî ve çalakiya Efrînê
Ciwanên girêdayî anarşîst û endamên çepên alternatîf ên Swîsreyê ji bo Efrînê daketin kolanên Bernê, banga mezinkirina piştgiriya Efrînê kirin.
Ciwanên girêdayî anarşîst û endamên çepên alternatîf ên Swîsreyê ji bo Efrînê daketin kolanên Bernê, banga mezinkirina piştgiriya Efrînê kirin.
Piştgiriya gelan a ji bo Efrînê a li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê her ku diçe mezin dibe. Ciwanên anarşîst û endamên çepên alternatîf yên li bajarê Bern a Siwîsreyê, şoreşa Rojava weke hêvîya hemû gelên cîhanê dane nasîn û kolanên Bernê bi rengê berxwedana Efrînê xemilandin.
Komek ciwan ji bo bibîranîna şervanên enternasyonal ên li Efînê şehîd bûyî derketîn kolanan, bi nîvîsên li ser duwaran nivîsî bal kişandin ser Efrînê, banga mezinkirina pişgiriya Efrînê kirin.
Ciwanên ku li hinek cihan bi rûyê girtî rê li tirafîkê girtin, bi dirûşmên bi zimanê Almanî “Her der Efrîn e, her der berxwedan e” kolanên Bernê bi rengê berxwedana Efrînê xemilandin. Mirovên li derdor jî bi çepikan piştgirî dan çalakiyê, bi destwerdana polîsan çalakî bi dawî bû.
Ciwanên ku di malperên xwe yên fermî de bi weşandina daxuyaniyan bal kişandin ser berxwedana Efrînê, gotin em ê ji bo Efrînê li qada bin.
Solidarity action for internationalist fighters and afrin from the revolutionary youth group in #bern #anarchism #defendafrin #womenriseup4afrin #afrin #rojava #afrinresists #ifb #mlkp #sehidnamirin #efrin #ypj #ypg #graffiti #antifa #feminism pic.twitter.com/tNvbOfBVOv
— anarchistisch.ch (@ag_bern) March 10, 2018