Ji 7'ê Hezîranê û vir ve planên qirêj ên AKP'ê

Bîr û baweriya; rewşa ne demokratîk a sîstemê bi têkoşînê dikare ji holê were rakirin, êvara 7'ê Hezîrana 2015'an ji nû ve piştrast bû. AKP'ê ji bo parastina sîstemê, planên xwe yên qirêj xiste dewrê.

Tevî hewldanên AKP'ê yên ji bo sabotekirinê, 'pêvajoya çareseriyê' dewam dikir û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan firsend dida rêyên siyasî. Heyetên HDP'ê û dewletê li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Ocalan re rûdiniştin. Bi nêzîkbûna Hilbijartinên Giştî yên 7'ê Hezîranê re pêşdîtinên Ocalan ku ti carî şaş nedibûn, dihatin meraqkirin. Wî destnîşan dikir, ku wê ji benda hilbijartinê ya antî demokratîk a ji sedî 10'an derbas bibin.

Bîr û baweriya; rewşa ne demokratîk a sîstemê bi têkoşînê dikare ji holê were rakirin, êvara 7'ê Hezîrana 2015'an ji nû ve piştrast bû. AKP'ê ji bo parastina sîstemê, planên xwe yên qirêj xiste dewrê.

Beriya nirxandina tabloya piştî hilbiljartinê, girîng e du roj beriya hilbijartinê were bîranîn: Roja 5'ê Hezîranê de, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî mîtînga HDP'ê ya li meydana Stasyonê ya li Amedê kirin. Di vê êrîşa bombeyî de 5 kes ku du ji wan 16-17 salî bûn jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes birîndar bûn, ku beşek ji van ling û destên wan jê bûn.

Gengaziya serketinê ya HDP'ê, hêzên dagirker xistibû nava tirs û fikaran û hovîtiyeke bi vî rengî organîze kiribûn.

Di encama 7'ê Hezîranê de para hesreta civakê ya ji bo aştiyê hebû. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê bi vê hesiya, dengên ji bo aştiyê hatin dayin, bi biryar bû ku veguherîne bombeyan.

Heman piştî 7'ê Hezîranê, di roja 17'ê Hezîranê de Erdogan ji bo nimêja cejnê bike li Mizgefta Mîmar Sînan a Ataşehîrê bû. Piştî îbadetê, mesajên şer da rojnamevanan û got, "Ez Mutabaqata Dolmabahçeyê qebûl nakim." 

33 RÊWIYÊN PIRSÛSÊ

Piştî vê gotina Erdogan a ku çareseriya demokratîk red dike, rayedarên hikumetê dest bi gefxwarinê kirin.

Li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), 300 ciwan ji bo pêlîstok û malzemeyên alîkariya însanî bibin Kobanê li Pirsûsê li hev civiyan û roja 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amarayê ku lê bi cih bûbûn, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Êrîşa xwekujiyê ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hate kirin, ku raya giştî dibêje Tirkiye destekê dide vê çeteyê, di vê kêliyê de pêk hat. 33 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn û seqet man.

Di rûniştina dozê ya 9'ê Çileya 2017'an de, ji ber 'xemsariya wezîfeyê û wezîfe bi rengekî nebaş bi kar aniye' 7 hezar û 500 TL cezayê pereyan li Midûrê Emniyetê yê Navçeya Pirsûsê Mehmet Papalial hate birîn.

Malbat û parêzerên qurbaniyên Pirsûsê giliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, Serokwezîrê Tirk ê wê demê Ahmet Davûtoglû û rayedarên dewletê yên leşkerî û polîsan û MÎT'ê kirin.

PÊVAJO HATE BOMBEKIRIN

Dewleta Tirk êdî pêvajoya çareseriyê qedandibû û ji bo vê diyar bike, çi ji dest dihat dikir. Konsepta şer, bi şidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zelal bû bû û bomberdûmana 24-25'ê Tîrmehê ya li qadên gerîla bû gava herî binketî ya mîna her carê. Di êrîşên hewayî yên li Zap, Qendîl, Metîna, Garê, Heftanîn, Avaşîn û Xakurê yên Herêmên parastinê yên Medyayê de sivîl bûbûn hedef.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken, ku niha girtî ye, ev êrîş weke "Bombekirina pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP'ê ve" nirxand.

MIROVAHÎ LI NAVERASTÊ YE: EKÎN WAN

Ji 'Plana Têkbirinê' ku wê piştre eşkere bûya jî dihat fêhmkirin, dewleta Tirk pêvajo ji bo aştiya civakî nedimeşand. Çêkirina qereqol û kalekolan ji aliyê aliyê Kurd ve bi vî rengî dihat dîtin. Ji xwe Ocalan jî hişyarî dida. Tevî vê yekê şens dida. Lê belê hovîtiya dewletê gav bi gav zêde dibû. AKP'ê bi rêbazên qirêj hesabê serketina 7'ê Hezîranê bi taybetî ji jinan dipirsî.

Navê xwe Kader Kevser Elturk (Ekîn Wan) bû. Li navçeya Gimgim a Mûşê, di 10'ê Tebaxa 2015'an de piştî ku hate qetillkirin cenazeyê wê hate tazîkirin û teşhîrkirin.

Wêneyê tazî yê bedena mirî ya Ekîn Wan, ku ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve hate kirin, di medya civakî de hatin parvekirin.

AKP'ê di şexsê Ekîn Wan de mesaj dida Kurdan, dida jinan.

ERDOGAN: PÊVAJO HATIYE CEMIDANDIN

Ji xwe gotinên Erdogan ên dij bi çareseriyê, îlana konsepta şer bû. Di 11'ê Tebaxê de, di merasîmeke xelatdayinê ya li ser navê Serokê Fermandariya Giştî Necdet Ozel hate lidarxistin de, piştî ku kesên xwedî li aştiyê derdiketin û li ber operasyonan radibûn kir hedef, bi gotineke wiha ecêb banga şer dikir: "Pêvajo niha hatiye cemidandin. Ti dewlet, destûrê nade ku li ser axa, li derveyî otorîteyeke rewa rêxistinbûneke paralel ava bibe."

Piştî gefên Erdogan, êrîşên li dijî HDP'ê dest pê kirin. Li dehan bajaran avahiyên HDP'ê hatin şewitandin û li pêş çavên polîsan êrîş li Navenda Giştî ya HDP'ê hate kirin.

MIROVAHÎ BI ERDÊ RE HATE KIŞANDIN: HACI LOKMAN BÎRLÎK

AKP vê carê ne li sindoqan, lê di hovîtiyê de gelekî serketî bû. Di 2'ê Cotmeha 2015'an de, cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hate kuştin, li pişt wesayîteke zirxî ya polîsan ve hate girêdan û bi erdê re hate kişandin. Dîmen û wêneyên vê jî li medya civakî hatin parvekirin.

ENCAMA PIŞTGIRIYA QIRÊJ: KOMKUJIYA ENQEREYÊ

Tevî her tiştî jî gel li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê derdiketin, ji bo xwedî li demokrasî û aştiyê derkevin li hev diciviyan. Dem 10'ê Cotmeha 2015'an bû.

Gara Trenê ya li Enqereyê wê rojê qada 'Mîtînga Aştî û Demokrasiyê' bû. Lê belê polîtîkayên şerê taybet ên hikumeta AKP'ê yek bi yek diketin meriyetê. Li xaçerêya Garê du teqînên cuda rû dan. Zêdeyî sed kes di encama vê komkujiya ji aliyê DAIŞ'ê ve hate kirin de jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 500 kes birîndar bûn. Hin ji van seqet man. 'Çalakiya terorê ya herî bi xwîn' a dîroka Tirkiyeyê ev bû.

ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ

Li Tirkiyeyê sala 2016'an, ji sala 1999'an dema destpêkirina danûstandinên endametiyê yên bi Yekîtiya Ewropayê re ji aliyê mafên mirovan û demokrasiyê ve weke sala herî nebaş hat dîtin. Ev yek jî ji ber ku hikumetê firsenda çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd red kir, rû da.

Hovîtiya herî mezin a vê salê, di dema êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê de dihate kirin.

Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Amedê, Komeleya Rojeva Zarokan, Sendîka Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, li ser hovîtiya li Cizîrê rapora çavdêriyê amade kirin.

Li gorî raporan, li navçeya Cizîr a Şirnexê, qedexeya destpêkê ya derketina derve di 4'ê Îlona 2015'an de hate ragihandin û ya herî dawî jî di navbera 14'ê Kanûna 2015 - 3'ê Adara 2016'an de hate ragihandin.

Gotina "Gelê Cizîrê 60 rojan tevî sermayê, tevî tî û birçîbûnê serî netewand" a Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, rastî radixist pêş çavan.

Dewleta Tirk nekarî xwe li destketiyên gelê Kurd rabigire û bi qasî ku mirovên di jêrzemînan de bişewitîne, biçûk bû bû. Herî kêm 213 sivîl, 66 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dan û 161 polîs-leşker mirin, 117 jî birîndar bûn. Bİ qasî 80 hezar kes neçar man ji Cizîrê koç bikin. 3 hezar xanî bi temamî xea bûn, 10 hezar xaniyan jî zerar dîtin.

Li gorî raporên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Komeleya Mafên Mirovan, li 10 bajar û 39 navçeyan herî kêm 169 rojan derketina derve hate qedexekirin û li van cihan mafên jiyan û tenduristiyê yên 1 mîlyon û 809 hezar kesî hatin binpêkirin.

Di nava sala 2016'an de 536 kes bi rengekî bê daraz hatin kuştin, ku piraniya van di dema qedexeya derketina derve de hate kirin.

Li cihên qedexeya derketina derve hate ragihandin, herî kêm 500 hezar kes bi zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin.

ÊRîŞA LI SÛLTANAHMET

Tirkiye bi polîtîkayên şer ên hikumetê dest bi sala nû dikir. Li meydana Sûltanahmet a Stenbolê, di êrîşa xwekujî ya 12'ê Çileyê ya dijî tûrîstan de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. DAIŞ'ê ev êrîş li xwe girt.

15'Ê TÎRMEHÊ: XÊRA XWEDÊ

Piraniya leşkerên AKP'ê yên li Kurdistanê sûcê şer kirin, di 15'ê Tîrmehê de cihê xwe di nava hewldana darbeyê de girtin. Ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran hişyariya wê dida ev bû. Hema bêjin di hemû hevdîtinan de qala dînamîka darbeyê dikir. Ev pêşdîtinên Ocalan careke din pêk dihatin.

AKP a ku destê leşkeran xurt dikir û ji bo li dijî Kurdan bi kar bîne hemû derfet dida leşkeran, li darbeyekê rast dihat ku li gorî hinekan ev yek 'senaryo' bû, hinekan jî digotin 'darbeyek bi kontrol'.

Li gorî bîlançoya dewletê, di dema hewldana darbeyê de 62 polîs, 5 leşker û 173 sivîl bi giştî 240 kes mirin.

Lê belê ji daxuyaniya Erdogan a şeva 15'ê Tîrmehê eşkere bû, ku AKP wê ji vê dersê dernexîne. Erdogan ji bo vê hewldana darbeyê got, 'Xêra Xwedê' ye.

Bi vî rengî darbe şîrove kir û bi bahaneya darbeyê yekser êrîşî Kurdan û mûxalîfan kir.

Di çarçoveya Rewşa Awarte de zêdeyî 100 hezar kes ketin ber lêpirsînê, 100 hezar kes hatin binçavkirin, 40 hezar kes hatin girtin, zêdeyî 100 hezar kes ji kar hatin derxistin. Piraniya wan mûxalîf bi qasî 160 saziyên medyayê hatin girtin. Bi dehan rojnamevan hatin binçavkirin, cezayê girtîgehê li wan hate birîn û zêdeyî 160 rojnamevan hatin girtin.

AKP'ê bi Rewşa Awarte re biryar da 4 hezar 811 akademîsyenên ji 112 zanîngehan îxraç bike. Piraniya van jî akademîsyenên ku mohra xwe danîbûn binê belavoka 'Em ê nebin hevparê sûc' bûn. 15 zanîngeh hatin girtin û 2 hezar 508 akademîsyen bê kar man.

Her wiha piraniya wan li Kurdistanê yên DBP'yî, bi dehan şaredarî bi destê qeyûm hatin desteserkirin, hevşaredar û endamên meclîsa gel hatin girtin. Li 82 ji 103 şaredariyên DBP'yî qeyûm hate bicihkirin, 85 hevşaredar hatin girtin.

DARBEYA 4'Ê MIJDARÊ

Rewşa serketî ya HDP'ê sedema bingehîn a tirs û xofa dilê AKP'ê bû. Rakirina mafê destnedanê, rêya yekane ya xilasiya AKP'ê bû. Bi vî rengî pêşî li darizandina 146 parlamenteran hate veikrin. Hedef jî HDP'yî bûn.

Di şeva 4'ê Mijdarê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di hesabê xwe yê medya civakî de mesajek weşand: "Li mala xwe ya li Amedê, rayedarên emniyetê bi biryara binçavkirina bi zorê li ber deriyê min e."

Piştî vê mesajê, heman pêkanîn li hemberî wekîlên din ên HDP'ê jî hatin kirin.

Tîmên polîsan ên 'Têkoşîna li dijî terorê' ketin hundirê mala Demîrtaş û ew binçav kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Îdrîs Balûken, Sirri Sureyya Onder, Ziya Pîr, Gulser Yildirim, Nûrsel Aydogan, Îmam Taşçier, Faysal Sariyildiz, Tûgba Hezer Ozturk, Nîhat Akdogan jî di Darbeya 4'ê Mijdarê de hatin binçavikrin.

Mîna her dema lîstika qirêj a hikumetê, vê carê jî înternet li gelmeperiya welêt hate birîn.

HDP'yî yek bi yek hatin girtin û Darbeya 4'ê Mijdarê weke rûpeleke mezin li dîroka qirêj a Tirkiyeyê zêde bû.

REFERANDÛMA DEK Û DOLABAN

AKP, ku dixwest, desthilatdariya xwe ya dileqe bi modela serokatiyê ya mîna dîktatoriyê qewîn bike, di referandûma 16'ê Nîsanê de gelek dek û dolab gerand û bi rêjeya ji sedî 51'ê îlan kir ku 'bi ser ketiye'. Di raporên platformên serbixwe de hate destnîşankirin, ku bi taybetî li bajarên Kurdistanê serî li hîleyan hatiye dayin.