Ji 20 kesên li Stenbolê hatibûn destgîrkirin 13 girtin

Ji 20 kesên li Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna ku polîsan dabû destpêkirin de hatibûn destgîrkirin, 13 kes bi sûcê ‘endamên rêxistinê’ hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin, li 12 bajaran operasyon hatin kirin û 93 kes hatin destgîrkirin.

Karûbarên van ên dadgehê didomin, 20 kesên li Stenbolê hatibûn destgîrkirin sewqî edliyeyê kirin.

Ji van Turkan Albayrak, Servet Işik, Sevîlay Işik, Seda Şaraldi, Alî Araci, Îlyas Argûn û Şahîn Kişlakçi bi şertê kontrola edî hatin berdan.

Adalet Karataştan, Berdan Akçîçek, Betul Varan, Seher Adiguzel, Volkan Baran, Volkan Çeşme, Volkan Bulent Aydemir, Zeynep Gonca Karakoç, Olcay Abalay, Dogan Karataştan, Meral Hir, Eren Erdem û Bariş Yuksel  bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.