Ji 20 baroyan daxuyaniyeke hevpar: Bila înfaza Tûglûk bê taloqkirin
Der barê rewşa Aysel Tûglûk de 20 baroyan daxuyanyeke hevpar da û daxwaz kirin ku înfaza wê bê taloqkirin.
Der barê rewşa Aysel Tûglûk de 20 baroyan daxuyanyeke hevpar da û daxwaz kirin ku înfaza wê bê taloqkirin.
Baroya Amed, Edene, Riha, Antalya û Îzmîr jî di nav de 20 baroyan der barê rewşa girtiya nexweş parlamentera berê ya HDP'ê Aysel Tûglûk de daxuyaniyeke hevpar dan. Baroyan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rewşa Tûglûk ne baş dibe û ji bo parastina mafê jiyanê daxwaz kirin ku înfaza Tûglûk bê taloqkirin û ji bo tedawiyê bê berdan.
BAROYÊN ÎMZE DAN
Baroyên ku daxuyaniya hevpar îmze kirine navê wan wiha ne: Edene, Semsûr, Agirî, Antalya, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Bûrsa, Amed, Colemêrg, Hatay, Îzmîr, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Riha, Dersim û Wan.