"Jenosîda Dêrsimê toka bêbextiyê ye"

"Jenosîda Dêrsimê toka bêbextiyê ye"

Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir, ku Jenosîda Dêrsimê toka bêbextiyê ye di stuyê dewleta Tirkiyê de.

Konseya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê KNK'ê bi wesîleya 4. Gulan salvegera Jenosîda Dêrsimê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku dîroka dewleta Tirkiyê gelekî bi xwûn e û ji bo "Netewe dewlet"eke safî ji Tirkan pêkhatî ava bike, bi dorê Ermenî, Suryanî-Kildanî û Kurd di makîna jenosîdê derbas kiriye.
Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, ku hukûmeta Tirk di 4'ê Gulana sala 1937'an de biryara jenosîda li Dêrsimê weha daye;

”Tenê bi êrişê ve mayîn dê bibe sebebê berdewamîya kuçikên isyanê ku li cihê xwe bimînin.” Ji ber vê yêkê lazim bû tenê bi êrişê ve nemînin, koka wan biqelînin anku jîyana wan qutbir bikin. Wisa jî kirin. Manşeta rojnameya hukûmetê ”Son Posta”yê bi vî rengî bû: ”Kuçikê dawîyê yê derebegîyê jî tête birandin”. Piştî operasyona jenosîdê rojnameyê dengûbehsên xwe wisa didan: 
”Li dora asîyan çembereke dijwar hate vehûnandin”.
”Li Tuncelîyê [Dêrsimê] hêzên me hakimî rewşê ne”.
”Asî di starên xwe yên li çiyayên asê da têne îmha kirin”.

KNK'ê ragihand, ku ev mikurhatinên medyaya wan jî nîşan dide, ku dewleta Tirkiyê beramberî mirovahiyê sûcdar e û bi jenosîda li ser Ermenî, Suryanî-Kildanî û Kurdan, heta gewriya xwe di nav xwînê de ye. 

Di daxuyaniyê de hat got, ku polîtîkayên qirkirinê hînê dewam dike û herî dawî komkujiya Roboskê sicîla dewletê ya jenosîdî reştir bûye. 

Konseya Rêveber a KNK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de polîtîkayên jenosîdal ên dewleta Tirkiyê şermezar kir û got; "Jenosîda Dêrsimê toka bêbextî, sûc û rûreşîyê ye di stuyê dewleta Tirkîyeyê da. Kurd û Kurdistanî divêt van rojên birandinê ji bîr nekin û daîm di hiş û bîra xwe da jînde bigirin û nerazîbûna xwe bi dengekî bilind bêjin û di meydana navneteweyî da jî bidine qebûl kirin."