Jelpke: Bila Elmanya lîsteya duyemîn a MÎT'ê eşkere bike
Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke xwest, lîsteya duyemîn a ku MÎT'ê di meha Adarê de radestî Elmanyayê kir, bê eşkerekirin.
Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke xwest, lîsteya duyemîn a ku MÎT'ê di meha Adarê de radestî Elmanyayê kir, bê eşkerekirin.
Jelpke ji ANF'ê re axivî û got, "Elmanyayê lîsteya yekemîn kişf kir û lîsteya duyemîn jî hewl dide veşêre. Ev yek cotstandartiyeke qirêj e. Divê tavilê mirovên navê wan di lîsteyê de hene bên hişyarkirin."
ANF'ê di 12'ê Gulana 2017'an de nûçeyek bi sernavê "Elmanya lîsteya sûîqestê ya MÎT'ê vedişêre" weşandibû. Di nûçeyê de bal hat kişandin ser lîsteya ku MÎT'ê di meha Adarê de li Enqereyê radestî şêwirmenda Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê Emîly Haber kiribû. Û hatibû destnîşankirin, ku di ser radestkirina lîsteyê re du meh derbas bûne, lê hê jî lîste nehatiye eşkerekirin.
Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke xwest, lîsteya navborî tavilê ji raya giştî re bê eşkerekirin, ku tê gotin navê siyasetmedarên Kurd û şexsiyetên tevgera çep a Tirkiyeyê yên li Elmanyayê ji aliyê MÎT'ê ve tên şopandin, hene.
'POLÎSAN HÊ JÎ MIROVÊN NAVÊ WAN DI LÎSTEYA DUYEMÎN DE HENE, HIŞYAR NEKIRIYE'
Jelpke bibîr xist, ku lîsteya beriya niha ya MÎT'ê, ku navê alîgirên Gulen tê de hebû, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Elman ve hate kifşkirin û wiha dewam kir:
"Elmanya û cîhana Rojava, alîgirên Gulen li hemberî Erdogan diparêzin, lê di heman demê de li pêşberî lîsteya ku navê Kurdan û komunîstan tê de ne, bêdeng in. Ev yek cotstandartiyeke qirêj e. Polîsên ku ji bo ewlekariya jiyanê alîgirên Gulen hişyar kir, li gorî agahiyê li ber destê xwe, heta niha ti kesên navê wan di lîsteya duyemîn de hene, hişyar nekirine."
Siyasetmedara Partiya Çep Jelpke ji hikumeta federal û yekîneyên ewlekariyê xwest ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê û diyar kir, mîna hişyariya 'Neçin Tirkiyeyê û neçin Konsolosxaneyên Tirk', pêwîste kesên navê wan di lîsteya duyemîn de hene, bên hişyarkirin.
Jelpke wiha dewam kir: "Divê kesên navê wan di lîsteyê de hene bên hişyarkirin û ji wan re bê gotin, 'Îstîxbarata Tirk we dişopîne, li xwe miqade bin'. Eger tiştek bi serê mirovên navê wan di lîsteyê de heye bê, ya jî bêyî ku zanibin tên şopandin biçin Tirkiyeyê û bên girtin, wê hikumeta federal ji vê berpirsyar be."
ELMANYA LÎSTEYA DUYEMÎN JI NEDÎTÎ VE TÊ
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç hefteya bihurî ji ANF'ê re axivî bû û gotibû, "Ez ji çavkaniyekî dostê Kurdan hîn bûm ku di lîsteya navborî de navê min heye. Lê belê ji bilî vê yekê ti rayedarekî ewlekariyê yan jî hikumetê hişyarî neda min."
Lîsteya 2. a MÎT'ê ev demeke dirêj de li ber destê hikumeta Elman e. Şêwirmenda Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê Emîly Haber, di hefteya destpêkê ya meha Adarê de çûbû Enqereyê û bi rayedarên hikumeta Tirk re rûniştibû. Cara yekemîn, rojnameya heftane ya li Elmanyayê tê weşandin Dîe Zeît, di 6'ê Nîsana 2017'an de nivîsandibû ku lîsteyeke duyemîn a MÎT'ê radestî şêwirmend Emîly Haber hatiye kirin. Lê belê yekîneyên ewlekariyê û hikumeta federal hewl dan lîsteyê veşêrin.
Piştî demekê, lîsteya duyemîn a MÎT'ê di 26'ê Nîsana 2017'an de li Komîsyona Karên Hundir a Meclîsa Federal kete rojevê. Li ser israra wekîlên komîsyonê, ji bo pirsa "Navê kê di nava vê lîsteyê heye?" rayedarên hikumetê tenê gotin, Kurdên li Elmanyayê dijîn.
Hikumeta Federal xwe nedan ber, ku agahiyên berfireh ên lîsteyê bidin endamên komîsyonê. Tê gotin, ji ber ku li şûna alîgirê Gulen, navê aktîvîstên Kurd di lîsteyê de hene, hikumet helwesteke bi rengî nîşan dide.