Îşkenceya Dîskoyê tê rojeva meclîsa Tirk

Îşkenceya Dîskoyê tê rojeva meclîsa Tirk

Bûyerên îşkenceyê yên di qawişa dîsîplînê de ku di nava artêşa Tirk de weke dîsko tê zanîn, sîbe tê rojeva Komîsyona Mafê Mirovan ya Meclîsa Tirk.

Komîsyona sibe dê li ser rapora 432 kesên ku di dîskoyan de mumeleya xirab û îşkence dîtî ku ji aliyê malpera înternetê ya askerhaklari.com ve hatî amadekirin dê bên hûrkolîn kirin.

Tê ragihandin ku, piştî rapor hate hûrkolîn kirin, Komîsyon dê îfadeyên hinek mexdûran bigire û dê li dîskoyên qişleyan yên aydê artêşê hûrkolînan bikin.

Komîsyon weke şahid dê yek ji xizmên leşkeran bavê Ugur Kantar, Aydin Kantar guhdar bike ku, dema zarokê wî li Qibrisê leşkertî dikir, di dîskoyê de rastî îşkenceyê hat û jiyana xwe ji dest da. Ji bo terhîsa Ugur Kantar 5 roj mabûn şandibûn dîskoyê û li vir di encama îşkenceya dîtî jiyana xwe ji dest dabû.