Îsraîlê li dijî Sûriyeyê êrîşa hewayî pêkanî

Îsraîlê li dijî Sûriyeyê êrîşa hewayî pêkanî

Hate îdiakirin ku, Îsraîlê li dijî Sûriyeyê êrîşeke hewayî pêkanî.

Li gorî nûçeya kanala CNN ya Amerîkayê ku pesartî du rayedarên DYA’yê ragihand ku, êrîşa hewayî roja Pêncşem yan Înê pêkhatiye, lê belê hate îdiakirin ku, balefirên şer yên Îsraîlê neketine qada hewa ya Sûriyeyê.

Hate îdiakirin ku, di êrîşê de tesîsek ya çekên kîmyewî hatiye bombebaran kirin û CBS News da diyarkirin ku, avahiya ku hatiye bombebaran kirin dibe ku depoyek be.

DYA’yê îdia kir ku roja Pêncşem û Înê ji balefirgeha hewa ya Lubnanê liv û tevgera balefirên şer yên Îsraîlê tesbît kirine.

Têkildarî îdiayan Îsraîl û DYA’yê heya niha daxuyaniyek fermî nekirine.  Sefîrê NY yê Sûriyeyê Beşar Caferî ragihand ku, têkildarî êrîşê agahiya wan jê çênebûye.

Îsraîlê meha Çileyê li karwanek ya diçû Sûriyeyê xistibû û hatibû îdiakirin ku, di karwanê de çekên ji bo milîtanên Hizbullahê hebûn.