Îsraîlê bi rokêtan êrişî Sûriyê kir
Îsraîlê bi rokêtan êrişî Sûriyê kir
Îsraîlê bi rokêtan êrişî Sûriyê kir
Îsraîlê îro danê sibê bi rokêtan êrişî navendên leşkerî û lêkolînan ên Sûriyê kir.
Ajansa Nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA, diyar kir, ku Îsraîlê îro danê sibê bi rokêtan êrişî navçeya paytext Şam Cemraya kiriye.
Hat ragihandin, ku di êrişê de navendeke lêkolînên zanistiyê hedef hatiye girtin.
Medyaya fermî ya Sûriyê ew êriş wek `hewleke Îsraîlê ji bo alîkarîkirina grûbên teroristî bi nav kir, lê heta niha negotiye ew êriş bi rêya balafiran re hatiye encamdan.
Hat gotin, ku di enama êrişê de zerar can û maddî rû dane, lê hejmara kuştî û birîndaran nehatiye eşkere kirin.