BI DÎMEN

Işik: Binpêkirina mafên mirovan di asta êşkenceyê de ye

Ji Med TUHAD-FED'ê Orhan Işik anî ziman ku binpêkirina mafên mirovan ên girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê gihîştine asta êşkenceyê.

MED TUHAD-FED

Rêveberê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Alîkariya Hiqûqî ya ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED) Orhan Işik ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku li gel hemû mafên girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê mafê tenduristiyê, mafê jiyanê tê binpêkirin. Işik diyar kir ku tedawiya girtiyên nexweş dereng tê xistin, an jî nayên dermankirin û bi bîr xist ku muayeneya kelepçekirî li girtiyan tê ferzkirin.

PIRSGIRÊK ÊDÎ KRONÎK BÛNE

Işik ragihand ku bi dehan girtiyên rewşa wan a tenduristiyê gelekî giran e êdî nikarin pêwîstiyên xwe bi xwe bi cih bînin û got, "Bi bahaneyên cuda êşkenceyên giran ên fîzîkî li van mirovan têne kirin. Pêwîstiyên rojane jî ji wan re nayê dayin. Bi têrkerî nikarin xwarinê bixwin. Ev yek veguherî ye pirsgirêkên kronîk. Li gel hewldanan jî nêzîkatiya tolhildêr a dewletê naguhere. Sîstema girtîgehê îro veguheriye kampa komkirinê."

DIVÊ DEST JI NÊZÎKATIYA DIJMINANE BÊ BERDAN

Işik diyar kir ku li gel raporên Saziya Tipa Edlî yên 'nikarin li girtîgehê bimînin' jî dewlet bi nêzîkatiya dijminane li hemberî girtiyên nexweş tevdigere, hiqûqa navneteweyî binpê dike û got, "Destûra Bingehîn û qanûn ji xwe têne binpêkirin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû têne hiştin. Bi sivikî nêzî jiyana mirovan dibin. Divê dewlet bi rengekî hîn rasteqîn nêzî vê pirsgirêkê bibe. Ev nêzîkatî mirovî nîne. Divê dest ji vê nêzîkatiya dijminane berdin."

TECRÎD LI HEMÛ GIRTÎGEHAN E

Işik destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan hatiye belavkirin, tecrîd êdî gelekî giran bûye û got, hem rewşa girtiyên nexweş giran bûye, hem jî berdana wan tê astengkirin.