Irmak kesên ji Kobanê hatine ji Davutoglu pirs kir
Irmak kesên ji Kobanê hatine ji Davutoglu pirs kir
Irmak kesên ji Kobanê hatine ji Davutoglu pirs kir
Parlamentera HDP’ê Irmak, diyar kir ji bo kesên ji Kobanê hatine li Pirsûsê konbajar hatiye çêkirin, pêdiviyên wan ji aliyê rêveberiyên xwecihî ve tên kirin û ji Davutoglu hejmara penaberên hatine Pirsûsê, konbajar têra penaberan dike yan na pirs kir.
Parlamentera Şirnexê ya HDP’ê Selma Irmak, têkildarî îdîaya penaberên ji Kobanê hatine Pirsûsê 200 hezar in pêşnûmepirsek pêşkeşî Serokwezîr Ahmet Davutoglu kir.
Irmak, ji bo Davutoglu bersiv bide ev pirs kirin.
"Ji 15’ê Îlonê heta niha hejmara penaberên ji ber komkujiya DAIŞ reviyane û hatine Kobanê çiqas in?
Ji aliyê AFAD’ê ve têkildarî hejmara penaberên Kobanê tu qeyd û îstatîstîk hatine girtin?
Ji 15’ê Îlonê heta niha ji penaberên hatine Pirsûsê kes vegeriyaye Kobanê? Eger vegeriyabin çend kes in? Ji penaberên li Pirsûsê çend jin û zarok in?
Ji kesên Kobanê hatine, çend kes li derveyî Pirsûsê ne? Ev kes li kîjan bajaran dimînin? Ji aliyê AFAD’ê ve der barê rewşa penaberên heyî de tu xebatek tê kirin?
AFAD’ê ji bo penaberan qadên wek konbajaran ku lê bicih bibin çêkirine? Eger hebin çend konbajar hatine çêkirin. Li gor îdîaya hejmara penaberan 200 hezar in, konbajara heyî têr dike?
Ji bilî rêxistinên civaka sivîl, rêveberiyên xwecihî û gelê herêmê saziyên fermî hene ku alîkariyê dikin? Eger hebin kîjan in?
Pirsgirêkên cih, xwarin û tenduristiyê yên kesên ku ji Kobanê û Şengalê hatine hene. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan xebateke we heye?”