Îranê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Obama da
Îranê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Obama da
Îranê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Obama da
Hikûmeta Îranê, li hemberî daxuyaniyên Serokê DYE Barack Obama yên bi gefa destwerdana leşkerî li ya Komara Îslamî ya Îranê nerazîbûn nîşan da û ji DYE xwest 'zimanê rêzdariyê' bikar bîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Marzîeh Afkham di civîna çapemeniyê ya heftane de got, "DYE hînê li dijî Îranê zimanê gefxwarinê bikar tîne. Me ji wan xwestin ku di şûna vî zimanî de zimanê rêzdariyê bikar bînin."
Afkham destnîşan kir ku ev zimanê gefxwarinê dê bi ti awayî bandorê li karê dewlemendkirina ûranyûmê û biryardariya mafê nukleerî yê Îranê neke.
Wezareta Karên Derve beriya niha jî bi daxuyaniyeke nivîskî gotibû, "Ji bo serî lêdana bijarkeya leşkerî ya ji bo ewlekariya berjewendiyên lobiyên xwedî bi bandor a bi berdêla binpêkirina qanûnên NY û pîvanên navneteweyî, nabe ku sedem bê afirandin."
Serokê DYE Barack Obama di axaftineke xwe ya li kanaleke televîzyonê ya roja Yekşemê de gotibû, "Ez di wê baweriyê de m eku Îraniyan fêm kirine ku lêdana me ya Sûriyê nayê wateya lêdana Îranê." Obama gotibû, "Ez bawerim ku Îraniyan fêm kirine ku pirsgigrêka nuklerî ji pirsgirêka çekên kîmyewî, pirsgirêkeke girîngtir e."
Hin welatên Rojavayî û Îsraîl timî Îranê tewanbar dikin ku di bin navê bernameya nukleerî ya sivîl de bombeya atomê ava dike.
Tê payîn hevdîtinên li ser mijara nukleerî yên Îran û hêzên mezin ên Rojavayî, îro li New Yorkê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ji nû ve destpê bikin.