Îranê kesek din jî bi dar ve kir
Îranê kesek din jî bi dar ve kir
Îranê kesek din jî bi dar ve kir
Girtiyê ji ber sedema bazirganiya maddeyên hişber hatibû girtin û cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn li Girtîgeha Xurem Abad (Parsîlon) ji aliyê rejîma Îranê ve hat bidarvekirin.
Ragihandina Fermî ya Fermandarê Hêzên Ewlehiya Loristanê da xuyakirin ku, kesekî ku ji ber bazirganiya maddeyên hişber cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn di 20’ê Tîrmehê de li Girtîgeha Xurem Abad (Parsîlon) hatiye bidarvekirin.
Li gorî Fermandarê Hêzên Ewlehiya Loristanê Elîzade, ew hukumxwar bi yek ton û 122 kg maddeyên hişber di 20’ê Sibata sala 2012’an de hatiye girtin û ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Brucirid cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn û ev ceza ji aliyê Dîwana Bilind a Îranê hatiye bicihanîn.
Hêjayî gotinê ye piştî hilbijartinên Serokkomarê nû Hesen Rohanî cezayê bidarvekirinê her roj zêdetir dibe. Rojane ji ber sedemên cuda cuda hemwelatî tên bidarvekirin. Ev ji dibe sedem ku rêxistinên Mafê Mirovan ên Navneteweyî bikevin gumanan. Ji 2’ê Tirmehê heya îro bi giştî 90 kes ji aliyê Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine bidarvekirin.