Îranê girtiyek teslîmî Sûriyeyê kir
Li gorî agahiyan, Mûhstafa Alî Ahmet ê 11 sal in li Îranê ji doza PKK'ê girtî ye, teslîmî Sûriyeyê hatiye kirin.
Li gorî agahiyan, Mûhstafa Alî Ahmet ê 11 sal in li Îranê ji doza PKK'ê girtî ye, teslîmî Sûriyeyê hatiye kirin.
Komeleya Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê diyar kir, Ahmet li ser daxwaza reveberiya Şamê ji balafirgeha navneteweyî ya Tehranê şandine Şamê û niha li girtîgeha Şamê tê girtin.
Mûstafa Alî Ahmet di sala 2005'an de li gundekî Ûrmiyeyê bi hinceta endametiya PKK'ê hatibû girtin. Dadgehê cezayê îdamê lê birî bû û li ser îtirazê ceza kiribû girtina 11 salan li girtîgehê.