ILO: Li Tirkiyeyê di erdhejê de 650 hezar karker ji heqdestê xwe bûn
Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) diyar kir bi erdheja 6’ê Sibatê re 650 hezar karker ji heqdestê xwe bûne. Hate diyarkirin li Sûriyeyê jî 180 hezar karker ji karên xwe bûne.
Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) diyar kir bi erdheja 6’ê Sibatê re 650 hezar karker ji heqdestê xwe bûne. Hate diyarkirin li Sûriyeyê jî 180 hezar karker ji karên xwe bûne.
Rayedarekî Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) diyar kir li Tirkiyeyê ji ber xisarê 150 hezar kargeh û dikan nayên bikaranîn.
ILO’yê diyar kir ku di erdhejan de 650 hezar karker ji heqdestê xwe bûne.
Li gorî texmînên ILO’yê li Sûriyeyê vê karesatê bandor li ser 700 hezar kesan kiriye.
ILO’yê diyar kir li herêmên erdhejê 7 milyon karker hene.