ÎHD: Li girtîgehan 411 girtiyên nexweş

ÎHD: Li girtîgehan 411 girtiyên nexweş

ÎHD'ê aşkere kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê 230 girtiyên nexweş bi giştî 411 girtiyên nexweş hene û divê ji wan girtiyan 230 girtî demildest serbest bên berdan û 181 girtiyên din jî bi lezgînî bên dermankirin.

Komeleyan Mafên Mirovan (ÎHD), hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehan aşkera kir. ÎHD'ê diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de her diçe nebaş dibin û her roj ber bi mirinê ve diçin û wiha got: "DMME'yê ji ber Gulay Çetîn di girtîgehê de ji ber nexweşiya pençeşerê jiyana xwe ji dest Tirkiye ji ber madeyên Peymana Mafên Mirovna a Ewropayê ya 3 "qedexeya îşkenceyê" û 14'an "qedexeya cudakariyê" binpêkirin mehkûm kiribû. Li Tirkiyeyê tabloya girtiyên nexweş gelek giran e û ev yek jî nîşaneya binpêkirina mafên mirovan e."

ÎHD'ê da zanîn ku divê şertên girtiyên nexweş li gorî Zagona Derbarê Înfaza Tedbrîên Ewlehî û Cezay a Hejmar 5275'an bên guherîn û li gorî standartên NY'ê pêk bên. ÎHD'ê, da zanîn ku piştî girtîgehên tîpên F xistin dewreyê girtî di bin tecrîdê de tên girtin û wiha hate gotin: "Tecrîd nexweşiyên girtina bi bandor dike û dibe sedema nexweş bi lezgînî pêk bikevin. Divê tecrîda li dijî rûmeta mirovaniyaê ji hemû girtîgehan bê rakirin. Li gorî tesbîtên me li girtîgehan 122 girtiyên rewşa wan giran, 108 bi lezgînî bên dermankirin bi giştî 230 girtiyên rewşa wan giran 411 girtiyên nexweş hene. Ji wan girtiyan 230 girtî divê demildest serbest bên berdan. 181 girtiyên mayîn jî divê bi lezgînî bên dermankirin. Lê em difirkirin ku ev hejmar hêj zêdeye. Ji ber vê yekê em ji Wezareta Dadê re pêşniyar dikin ku hejmara girtiyên nexweş derbixin holê."

'DIVÊ MADEYA 16'AN A ZAGONA ÎNFAZÊ PÊK BÎNIN'

ÎHD, destnîşan kir ku divê madeya 16'an a Zagona Înfazê ya Hejmara 6411'an a di 31'ê çileya 2013'an de ji bo girtiyên nexweş hate çêkirin û hate erêkirin demildest pêk bînin û girtiyên nexweş serbest bên berdan û wiha hate bilêvkirin: "Em li vir bang li raya giştî û hikûmetê dikin. Li girtîgehên vî welatî mirov dirizin û ji mirinê re tên terk kirin. Hûnê heta kengî vê yekê temaşe bikin. Em bang li we hemûyan dikin bi hestiyar bibin û guhdariya dengê wijdana xwe bidin dikin."