ÎHD’ê êrîşên li hember HDP'ê kir rapor

ÎHD’ê têkîldarî êrîşên di pêvajoya hilbijartinê navbera 23’yê Adarê û 19’ê Gulanê li dijî partiyên siyasî pêk hatine aşkera kir. Hate aşkerakirin ku di vê pêvajoyê de li dijî partiyan 126 êrîş pêk hatine û ji wan êrîşan 114 êrîş li dijî HDP’ê çêbûne.

ÎHD’ê têkîldarî êrîşên ku di pêvajoya hilbijartinê navbera 23’yê Adarê û 19’ê Gulanê li dijî partiyên siyasî pêk hatine aşkera kir. Di raporê de hate aşkerakirin ku di vê pêvajoyê de li dijî partiyan 126 êrîş pêk hatine û ji wan êrîşan 114 êrîş li dijî HDP’ê çêbûne.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkîldarî êrîşên ku li dijî partiyên siyasî piştî ku pêvajoya hilbijartinê destpê kiriye rapora ku amade kir li Navenda Giştî ya ÎHD’î bi daxuyaniya çapemeniyê ve aşkera kir. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan rapora ku daneyên di navbera 25’ê Adarê û 19’ê Gulanê vedibêjin aşkera kir. Turkdogan destnîşan kir ku êrîşên ku di vê pêvojayê de li dijî partiyan pêk hatine piraniya wan wekî hilbijartinên bihurî de li dijî HDP’ê pêk hatine. Turkdogan ragihand ku AKP’ê ji ber hilbijartinê pêvajoya çareseriyê sekinandiye û li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan tecrîdê dimeşîne û wiha berdewam kir: "Tecrîda li dijî Ocalan û êrîşên li hemberî HDP’ê nîşan dide ku AKP’ê pêvajoya çareseriyê daye sekinandin."

LI DIJÎ HDP’Ê 114 ÊRÎŞ PÊK HATIN

Turdogan bal kişand êrîşên li dijî HDP'ê û wiha got: "Ev êrîş nîşan didin ku divê HDP li Meclîsê be. Bi van êrîşan dixwazin HDP ji Meclîsê dûr bixin û gelan li Meclîsê temsîl neke." Turkdogan diyar kir ku hikûmeta AKP'ê dixwaze HDP'ê wek alîgirê şîdetê nîşan bide lê rapora ku wan amade kiriye tiştên berevajî vê yekê nîşan dide. Turkdogan têkîldarî rapora ku amade kirine jî ev agahî parve kir: "Di navbera 23’yê Adarê û 19 Gulanê de li dijî partiyên siyasî 126 êrîş pêk hatine. Ji wan êrîşan 114 êrîş li dijî HDP'ê, li dijî AKP’ê 7, li dijî CHP’ê 4 û li dijî MHP’ê jî êrîşek pêk hatiye. Di van êrîşan de 49 kes hatine derbkirin ji van 47 kesên ku hatine derbkirin endamên HDP’ê ne."

125 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Turdogan di raporê de bal kişand li ser bûyerên binçavkirin û girtinan jî û wiha got: "Di pêvajoya hilbijartinê de 125 kes hatine binçavkirin ji van 8 kes hatine girtin. Di binçavkirinê de 32 endamên HDP'ê rastî îşkence muameleya xerab hatine." Turkdogan ragihand ku 3 mîtîng, meşek û konserek HDP’ê jî ji aliyê dewletê ve hatiye astengkirin.

Turkdogan bang li hikûmeta AKP'ê kir û wiha axivî: "Bila hikûmeta AKP'ê dev ji zimanê vederkirinê berde. Gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên nifrînê ku li hemberî partiyên muxalefetê bikar tîne bila bikar neyne. Bila der barê kesên ku gotinên nifrînê bikar tînin de lêpirsîn bê vekirin. Dewlet bila kesên ku li dijî HDP’ê êrîş pêk anîne derxîne holê. "

Turkdogan di dawiya axaftina xwe de xwest ku hemû kes li dijî provokasyonan bihistiyar û baldar bin.