ÎHD’ê der barê cînayeta şantiyeya Torunlar de gilî kir
ÎHD’ê der barê cînayeta şantiyeya Torunlar de gilî kir
ÎHD’ê der barê cînayeta şantiyeya Torunlar de gilî kir
ÎHD’a Stenbolê der barê rêveberên Torun GYO a ji mirina 10 karkeran berpirs, Wezareta Xebatê û Walîtiya Stenbolê de gilî kir.
Şaxa ÎHD’a Stenbolê der barê cînayeta kar a li şantiyeya rezîdans a aîdî Torun a GYO de der barê rêveberên şîrketê, Wezîrê Xebatê Faruk Çelîk, Midûriyeta Herêma Stenbolê ya Wezaretê, Walitiya Stenbol û mufetîş û pisporê ewlehiya kar de gilî kir.
ÎHD’ê daxwaz kir ku kesên mijara gotinê ne bi sûcê ‘bûne sedema mirinê’ bên darizandin.
Di serlêdana sûc de hat diyarkirin ku şeva bûyerê asansor xera bûye û berê jî bi dehan carî hatiye tamîrkirin û beyî dem derbas bibe, delîl bên reşkirin divê der barê cihê bûyerê û kesan de kesên zana bên tayînkirin û bûyer bê lêkolînkirin.
ÎHD’ê diyar kir ku divê Wezareta Xebatê peywira xwe bîne cih û got: “Wezareta Xebat û Civakî dîsa peywira xwe neaniye cih û bûye hevkarê cînayeta ku pêk hatiye. Wek bûyera Somayê ku 301 kes hatin qetilkirin de di vir jî bê pergalî û cuda nîşandan li pêş e. Li gel vê şîrketa mijara gotinê ye ji mirina karker Erdogan Polat tê darizanidn û divê ev li ber çavan bê girtin û baldar tevbigerin.
ÎHD’ê destnîşan kir ku Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu ji bo kargeriya ku mijara gotinê ye ruhsata xebatê ya şevê daye û got: “Lê mixabin wisa xuya ye ku Walî Beg îmzeya ku avêtiye ji bîr kiriye ku, pêwistî dibîne ku pirsa ‘ma di vê saetê de dixebitin’ kiriye. Bêguman Walî jî ji vê komkujiyê berpirse.”
Serokê ÎHD’a Stenbolê Abdulbakî Boga got ku wê şopdarê bûyerê bin.