ÎHD: Dozgerî û emniyet agahiyên li ser êrîşa bombeyî aşkera nakin

ÎHD'ê rapora xwe ya li ser êrîşa bombeyî ya li hemberî avahiya HDP'ê ya Edeneyê aşkera kir. Hevserokê ÎHD Şaxê Edeneyê Ongor diyar kir ku teqînê bandor li avahiyên pêşber jî kiriye û ragihand ku emniyet û dozgerî agahiyên di destê xwe de parve nakin.

ÎHD'ê rapora xwe ya li ser êrîşa bombeyî ya li hemberî avahiya HDP'ê ya Edeneyê aşkera kir. Hevserokê ÎHD Şaxê Edeneyê Ongor diyar kir ku teqînê bandor li avahiyên pêşber jî kiriye û ragihand ku emniyet û dozgerî agahiyên di destê xwe de parve nakin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Edeneyê, rapora xwe ya li ser lêkolînên xwe yên li avahiyên HDP'ê yên Bajar û Navçeya Seyhanê ku di 18'ê Gulanê de li êrîşa bombeyî rast hatin, aşkera kir. Di civîna çapemeniyê ya aşkerakirina raporê de endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Dora Şeker, Hevserokên ÎHD'ê yên Edeneyê Sema Peynîrcî û Îlhan Ongor, rêveberên komeleyê, HDP û KURDÎ-DER û gelek kes amade bûn.

'TEQÎNÊ BANDOR LI AVAHIYÊN PÊŞBER JÎ KIR'

Hevserokê ÎHD Şaxê Edeneyê Ongor da xuyakirin ku piştî bûyerê bi 3 saetan wan bi polîsan re li cihê bûyerê lêkolîn kirine û got, "Rêveber û namzetên HDP'ê xwestin di dema lêkolînê de li cihê bûyerê bin, lê belê hêzên ewlekariyê destûr nedan. Teqîn li kêleka maseya serokatiyê ya odeya Serokatiya Navçeya Seyhanê rû da, bi teqînê re beşeke mezin a dîwêr hilweşiya û mîna bandora erdhejê, cam, derî û maseyên avahiya li pêşberî jî şikestin, parçe bûn û zerar dan wesayîtên li ser rê."

'EMNIYET Û DOZGERÎ AGAHIYAN PARVE NAKIN'

Ongor da zanîn ku wan bi HDP'yiyên di teqînê de birîndar bûn re hevdîtin kirine û ji ber teqînê wê li bedena birîndaran şopên bûyerê bimînin. Ongor tespîtên rapora heyeta ÎHD'ê bi vî rengî rave kir:

"Li gorî daxuyaniyên ekîbên lêkolîna cihê bûyerê û pisporên bombeyî, bombe bi tesîr û eyarkirî ye. Ji ber ku bombe li gorî saet 10:00 a dema civîna koordînasyona hilbijartinê ya navçeyê hatiye eyarkirin, heyeta me di wê baweriyê de ye ku bi vê êrîşê re hatiye xwestin, komkujiyek bê kirin. Her wiha ji ber di heman saetê de bi heman rengî li hemberî avahiya HDP'ê ya Mersînê bi bombeya eyarkirî êrîş hatiye kirin heyeta me gihîştiye wê baweriyê ku ev yek êrîşeke organîzeyî, profesyonel û ji bo komkujiyê hatiye kirine. Bajarê Edene û Mersînê, tevî nifûsa zêde ya Kurdan jî bajarên ku nasname û çandên cuda bi salan bi hev re di nava aştiyê de dijîn e. Ji bo vê komkujiyê hilbijartina van her du bajarên Çûkûrovayê, hedefgirtina aştiya civakî ye. Tevî ku di ser bûyerê re 3 roj derbas bûne jî rayedarên emniyetê û dozgerî, agahiyên ji qeydên kamera yên li derdorê berhev kiriye, bi rayedar û parêzerên HDP'ê re parve nakin. Ev rewş nîşan dide ku di dîtina kiryarên bûyerê û meşandina lêpirsînê de xemsarî heye. Di hevdîtinên rû bi rû de rayedarên Emniyetê, me dît ku di navbera rayedarên emniyetê, dozgerî û amîrên mulkiye de koordînasyonek nîne û daxuyaniyên nakok didin. Tevî qeyda kamerayên kargehên li derdorê û rûdana êrîşê di nava rojê de, tê gotin ku rûyê êrîşkaran nehatiye tespîtkirin. Ev yek nîşan dide ku bi awayekî dûrî ji cidiyetê nêzî lêpirsînê dibin."

Ongor destnîşan kir ku ev êrîşa bombeyî ji bo îllegalîzekirina HDP'ê hatiye kirin û banga hestyariyê li gel kir.