Îdianmeya 72’ê KESK’iyan: Her tişt delîlê KCK’ê, her kes KCK’i ye!

Îdianmeya 72’ê KESK’iyan: Her tişt delîlê KCK’ê, her kes KCK’i ye!

Îdianameya der barê doza 72 sendîkavanî k udi nav de serokê giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen jî hebû hat qebûlkirin.  Îdinameya ku ji hezar û 20 rupelî pêk  tê her tişt tê de heye. Li gorî îdianameyê hemû faliyetên sendîkal û legal delîlên KCK’ê û her kes jî KCK’î ne. di îdianameyê de der barê 72 sendîkavan de cuda cuda ji 7 sal û nîvan bigire heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Di 25’ê hezîrana 2012’an de  li Amed, Enqere, Sêrt, Bedlîs, Agirîrî, Stenbol û Enqereyê di bin navê ‘KCK/ Platforma Emek a Demokratîk (DEMEP)” de operasyon pêk hatin û din av de serokê gişti yê KESK’ê Lamî Ozgen jî hebû 72 kes hatin binçavkirn. Îdianameya der barê 72 kesan de   ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Îdianameya ji 3 beşan pêk tê, beşa wê ya yekemîn ji civînên navxweyî yên KESK û sendîkayên girêdayê wê k udi encama guhdarkirina polîsan de hatiye amadekirin cih digire.
Di îdiakirin ku DEMEP rêxistinbûna qada sendîkal a KCK’ê ye û ev sûcdarî tênkirin: “din ava hiyerarşişya rêxistinê de li navenda civakê faliyetê dimeşine, herêm bi herêm xwe bi rêxistin dike, di bin navê sazibûna herêman de xwe birêve dibe, di serê wan de berdevkiya KCK û raste rast ji MYK yê re di îrtîbatê deye, talîmatên ji aliyê KCK’ê ve tên raste rast an jî ji aliyê kuryeyan dişînin MYK’ê û di dema dawê de jî bi hinceta ewlehiyê ji ser înternetê digîhijênê, endamên MYK’ê beriya kongreyê dem bi dem diçin Bakurê İraqê, di bi navê rêveberiya navendê de komîteya çapemenî û komîteya malî  heye, din ava rêveberiyên navendî de ji şexsan her meh di navbera 15-20’ê mehê de  para sendîkayê  30 Tl fon tê berhevkirin, ev fon ji aliyê komîteya aborî ve tê berhevkirin û digihînin endamên MYK, kesên fon didin jî wekê kadro  tên qebûlkirin.  Kesên di derveyê kadroyê cih digirin kesên bi eslê xwe kurdin û ew jî sempatîzanin. Kador her hefte bi rêk û b pêk di qada civakî de li ser rojevên hatine diyarkirin civînan çêdikin û dem dem bi kadroyên DEMEP’ê ji bilî faliyetên sendîkal çalakiyan pêk tên, bi hevkariya civÎnên ku pêk tênîni jî kadroyan digihînin. Ji bilî civînên rêveberiyê navendê mehane û carna du mehan carê civînên rêveberiya herêmî pêk tê. “
Tê îdia ki rku  ev kesên di bin baskên cuda yên DEMEP’ê de dixebitin ‘avabûneke rêxistinî ya terorêye’ û di çarçoveya vê lêpirsînê de  saziyên girêdayê KESK’ê yê wekê Egitim Sen, Tum Bel-Sen, BES, ESM, Tarim Orkam-Sen, Haber-Sen, Yapi Yol-Sen, BTS, SES, Kultur Sanat-Sen û DÎVES,   din ava avabûna -KCK/TM-DEMEP’ê de cih digirin.

DELÎL CIVÎN Û GIRTEKIN

Di beşa din ya îdianmeyê de;  civîna di 7’ê kanûnê ya 2011’an a Enqreyê ya Tumbelsenê (5rupel), di 14’ê kanûna 2011’an de a Tum Bel-Sen a Şaxa Yekemîn de (4 rupel), di  28’ê kanûna 2011’an de ya şaxa duyemîn a Egîtîm Senê de (6 rupel), di  30’ê kanûna 2011’an de a Haber-Senê ya şaxa Enqereyê de (7 rupel), di 8’ê çileyê 2012’an de di ya  Egîtîm Senê de (27 rupel ), di 1ê sibata 2012’an de di şaxa duyemîn ya Egîtîm Sen a Enqereyê de (11rupel), di 5’ê Nisana  2012’an de di yaTarim Orkam-Senê ya Enqereyê de (11 rupel),  di 7’ê Nisana  2012’an de ya Yapi Yol-Sen Enqereyê de (20 rupel), di  14’ê Nisana 2012’an de di ya navenda giştî ya Egîtî Senê de (66 sayfa), di  15’ê  Nisana 2012’an de di ya Egitim Senê de (32  rupel),di   25’ê nîana 2012’an de di ya şaxa duyemîn ya Egîtîm Sen a Enqereyê de (15 rupel), di 29’ê nîsana 2012’an de a Egitim Senê de (7rupel),  di 16’ê gulana 2012’an de  di  ya Yapi Yol-Senê de (21 rupel) û di 30’ê Gulaan 2012’an de di ya SES’ê de (42  rupel) gundakirina hawirê cih digire.
Her wiha li gel vê guhdarkirina telefonan jî cih digire

HER KES KCK’YE 

Di vê beşê de jî dîsa Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Kongreya Demokrastîk a Gelan (HDK),  Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), TZPKurdî, DYGM,  nimêjin îna sîvîl  wekê faliyetên propangandîf/siyasî tên têdin. Dîsa çalakyên sendîkal yên KESK’î û hemû faliyet, civîn û bername faliyetê KCK’ê hesibandine. 

Sendîkavanên derbarê wan de doz hatiye vekirin wihaye: “Abdulgani Ceyhan, Abdulkadîr Baydur, Abdullah Karahan, Ahmet Koçyigit, Alîcan Kaplan, Alîpaşa Şanli, Aykut Erhan Turgut, Ayten Tekeş, Bekîr Gurbuz, Belgizar Sazak, Bulent Kaya, Cebrail Arslan, Cemil Ozen, Cemile Duman, Cengiz Paycu, Cezmi Gunduz, Civan Yildirim, Çerkez Aydemir, Deniz Bozbey, Devrim Kahraman, Emel Emre, Erdal Turan, Erdal Yilmaz, Faik Deli, Feruh Çelik, Fikret Çalagan, Hadi Aslan, Hamdullah Yildirim, Hanim Koçyigit, Hasan Kaldik, Hasan Olgun, Hayati Mehmetoglu, Îlhan Akbaş, İsmail Remzi Kaya, İzzettin Alpergin, İzzettin Ekin, Kasim Birtek, Lami Ozgen, Lokman Ozdemir, Mehmet Arda, Mehmet Bozgeyik, Mehmet Siddik Varli, Mehmet Sezgin İbi, Mehmet Siddik Akin, Mesut Firat, Metin Vuranok, Murat İrfan İşik, Mustafa Bozan, Mutahir Karakuş, Muzahit Karakuş, Nihat Kilinçalp, Niyazi Yilmaz, Osman İşçi, Ozkan Yorgun, Reşit Sunbul, Sadrettin Kaya, Sakine Esen Yilmaz, Salih Ersan, Seyran Şik, Sibel Anil, Sinan Gunduz, Sinan Muşlu, Şahin Kayikçi, Şerif İldogan, Tarik Kaya, Veysel Ozhekti, Yilmaz Guneş, Yilmaz Meşeli, Yilmaz Yildirimci, Yunus Akil, Yusuf Kosele ve Zeyyad Ceylan.”