Endamên Î-DAD'ê nerazîbûn nîşanî xerakirina îbadetxaneyên li Gimgimê dan û gotin, "Zîhniyeta dewletê ya heta roja îro cihê gorên pêşengên Elewî-Kurdan veşart û aşkera nekir, îro li Gimgimê careke din xwe nîşan da."
OZGUR AYDIN
ÎZMÎR / ANF
sêşem, 22 rezberê 2015, 07:02
Endamên Î-DAD'ê nerazîbûn nîşanî xerakirina îbadetxaneyên li Gimgimê dan û gotin, "Zîhniyeta dewletê ya heta roja îro cihê gorên pêşengên Elewî-Kurdan veşart û aşkera nekir, îro li Gimgimê careke din xwe nîşan da."
Newal û qada daristanî ya li nêzî gundê Kulan ê navçeya Mûşê Gimgimê, ku goristana Şehîd Îsmaîl û Şehîd Ronahî lê ye, di 17'ê Îlonê de ji aliyê balafirên şer ên F-16 û helîkopterên Kobra ve hatibûn bombekirin. Li dû bomberdûmana du rojan, leşker û tîmên tegera taybet, mizgeft û mala cem a li nava goristanê bi maşînên kar hilweşandibûn.
Gelek rêxistinên civakî yên sivîl û komeleyên Elewiyan nerazîbûn nîşanî hilweşandina îbadetxane û goristanê dan. Lê li aliyê hikûmetê bêdengî hînê dewam dike.
Serokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Îzmîrê (Î-DAD) Îsmet Erbûlak ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku hilweşandina cihên baweriyan, rewşeke bê qebûlkirin nîne.
Erbûlak anî ziman ku hikûmeta AKP ji bo dewamkirina hebûna xwe, êdî nirx û baweriyê nas nake û got, "Weke civak, em vê yekê qebûl nakin. Zîhniyeta ku bi qasî êrîşî gorê, êrîşî îbadetxaneyê bike dîn û har bûye, di nava gelan û baweriyan de cihê xwe nîne. Eger îbadetxaneyên me bi tank û hêza leşkerî tê hilweşandin, wê demê divê mirov tiştekî însanî ji vê hikûmetê hêvî nekin. Hikûmet ji bo desthilatdarî û daxwaza xwe, ji ser hişê xwe çûye."
'DIVÊ MIROV NE LI BENDA TIŞTEKÎ ÎNSANÎ BIN'
Erbûlak da xuyakirin ku hilweşandina mala cem ji aliyê hiqûqî ve ti sedemeke xwe nîne û got, "Eger îro edalet hebûya, ev ê neqewimiya. Erdogan dixwaze qralbûyîna xwe îlan bike. Lewma li hemberî gel û baweriyên destûra vê nadin, helwesteke bi vî rengî nîşan dide. Pêwîste civak û gel pêşî li vê rewşê bigirin. Êrîşa li dijî îbadetxaneyan dînîtî ye, dema ku cihê gotinê lê nemaye. Tiştekî were gotin jî nemaye, divê mirov ji vê hikûmetê ne li benda tiştekî însanî bin. Eger pewîstî pê hebe em ê îbadetxaneyên xwe bi xwe biparêzin."
'REWŞA HERÎ DIJWAR A ŞER'
Endamê Î-DAD Ersîn Ozgul jî da xuyakirin ku bi serketina HDP'ê ya di hilbijartinan re hikûmetê pêvajoya muzakereyê ji holê rakiriye û dest bi şer kiriye. Ozgul diyar kir ku niha jî rewşa herî dijwar a şer diqewime û got, "Bandora vî şerî li xwezayê jî; rewşa awarte, bomberdûman, şewata li daristanan, kuştina zindiyan û xerakirina cihên pîroz ên ji hezaran salî ye."
'ÊRÎŞÎ CIHÊN PÎROZ DIKIN'
Ozgul anî ziman ku li herêmên Dêrsim û Gimgimê hilweşîneke mezin heye û destnîşan kir ku ev rewş, zîhniyet û nêzîkatiya dewletê ya li baweriya Sersoran, radixe pêş çavan.
Ozgul got, "Qaşo di bin navê operasyonê de temamiya Dêrsimê weke herêma qedexe hatiye ragihandin, ziyareta Çil Kanî ya ji aliyê gel ve weke cihekî pîroz tê dîtin bi balafirên şer hatiye bombekirin û tevî darên xwe hatiye tinekirin. Û balkêş e ev bomberdûman heman piştî roja hevdîtina Serokwezîr bi Elewiyan pêk hatiye. Dûre jî herêma Gimgim a Elewî lê dijîn, hedef hatiye girtin. Girê Boga ku cihekî pîroz ê Kurd-Elewiyan e û 5 ziyaretên din ên li Dêrsimê beriya niha bi demeke kurt, ji aliyê balafirên şer ve hatine bombekirin û hilweşandin."
Ozgul bibîr xist ku goristana gerîlayên PKK'ê ku gel bi destê xwe amade kir, ji aliyê dewletê ve bi awayekî bê exlaqî hatiye xerakirin û got, "Di vir de detaya girîng ew e, ku di bin dîwarê mala cem a hat hilweşandin de wêneyê temsîlî yê Hz. Elî hebû. Temsîla Hz. Elî ku ji bo Elewiyan xwedî wateyeke girîng a manewî ye û di jiyana Elewiyan de xwedî cihekî mezin e, ji aliyê artêşa dewletê ve tê binpêkirin. Zîhniyeta ku pêwîstî bi rakirina vî wêneyî ji erdê nedîtiye, dijminatiya xwe ya li hemberî Elewiyan raxistiye pêş çavan. Serokkomarê vî welatî bi gotina 'Eger Elewîtî hezkirina ji Elî ye' li gorî xwe pênaseyeke Elewîtiyê derxist holê. Lê belê ji bo wêneyê temsîlî yê Hz. Elî yê li Gimgimê hat binpêkirin, pêwîstî nabîne tiştekî bêje."
'KOMKUJÎ HEYE'
Ozgul anî ziman ku artêşa Tirk, bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî re li herêmê komkujiyeke çandî û bawerî dike û got, "Zîhniyeta dewletê ya di herikîna dîrokê de cihê gorên pêşengên Elewî-Kurdan (Seyîd Riza, Elîşêr, Zarîfe Xatûn, Şêx Seîd) veşart û aşkera nekir, îro li Gimgimê xwe careke din nîşan dide. Elewî wê li hemberî bomberdûman, şewitandina daristanan, hilweşandina goran û ziyaretên pîroz-malên cem teslîm nebin û xwedî li cih û ziyaretên xwe yên pîroz derkevin."