Huseyîn Can: Qedera referandûmê di destê Kurdan de ye

Nivîskar Huseyîn Can diyar kir, cîhan tev ji vê rewşa Tirkiyeyê bi tirs û fikar e û got, felaket e ku hemû erk di destekî de bên civandin.

Nivîskar Huseyîn Can, referandûma 16'ê Nîsanê ya li ser guhertina referandûmê ji ANF'ê re nirxand.

Can diyar kir, bi paketa pêşkêşî referandûmê tê kirin re hemû destketî wê ji holê rabin û got, "Di vî warî de gelek fikarên min hene. Ne tenê ez yan jî gelên Tirkiyeyê, karker û kedkar, cîhan tev di nava fikaran de ye. Ji ber ev welat, welatekî ku îmtihana demokrasiyê nedaye û xwedî çandeke demokrasiyê nîne. Felaketeke ku ewqas erk radestî mirovekî bê dîploma were kirin."

Can destnîşan kir, ku eger paket di referandûmê de bê pejirandin wê pirsgirêkên giran ê civakî rû bidin û wiha dewam kir: "Di rewşa heyî de mirov nikarin qala demokrasî, azadî û mafên mirovan bikin. Pêwîste raya giştî ya navneteweyî vê referandûmê nas neke. Hikumeta AKP'ê bi pêkanînên faşîzan hewl dide gel bitirsîne û nehêle ku di referandûmê de dengê 'NA' bide. Beriya her tiştî wê parlament bê bandor be. Li welatên mîna me, bêyî gelek partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên pir dengî, bêyî çapemeniya bê alî, civak ronî nabe."

Huseyîn Can anî ziman, eger Erdogan di referandûmê de bi ser bikeve wê peşî li dîktatoriya wî vebe û got, "Di serî de hilbijartina pêşwext, wê pêvajoya biryarnameyan, rewşên awarte dest pê bikin. Pêwîste gelê Tirkiyeyê baş li ser bifikire û biryara xwe bide. Lazim e dengê xwe bi komir, fasûle û miqarna nefiroşe. Ya herî exlaqî ew e ku biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin."

Der barê encama 'NA' de Can got, "Eger dengê 'NA' bi se bikeve, wê hilbijêr baweriya bi xwe teze bike. Wê tirsê têk bibe. Lewma ji bo têkbirina hikumetê wê bê tirs bixebite. Çanda têkoşînê wê bafire. Polîtîkayên hikumeta AKP'ê yên cihêkariyê dixe nava gelan, gelan li hemberî hev radike, hilweşin. Bêhn wê bê ber gel."

Can destnîşan kir, çarenûsa referandûmê di destê hilbijêrên Kurd de ye û wiha dewam kir: "Pêwîste Kurd guh nedin derewan. Lazim e guh bidin HDP'ê. Divê ji hikumeteke ku cih û warên wan şewitandiye, ciwanên wan di jêrzemînan de bi saxî kuştiye, bêje 'NA'."

HUSEYÎN CAN KÎ YE?

Nivîskar Huseyîn Can ji navçeya Pîlemûrî ya Dersîmê ye. Nivîskareke ku demeke dirêj e li sirgûnê ye. Demeke dirêj rojnamevanî kir. Di sala 2007'an de li Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê bû namzetê parlamenteriyê. Çar pirtûkên Can hene.