‘Hurmeta we ji miriyan re jî tune’
Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, di çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" de axivî û bal kişand ser êrîşa li dijî Goristan Garzanê û derxistina cenazeyan.
Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, di çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" de axivî û bal kişand ser êrîşa li dijî Goristan Garzanê û derxistina cenazeyan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 463'yan de bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" daxuyanî dan çapemeniyê. Çalakî li avahiya komeleyê pêk hat û Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî û rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan tevlî bûn.
‘HÛN JI GORISTANAN ÇI DIXWAZIN’
Bîlîcî destnîşan kir ku Goristana Xerzanê bi maşîneyên kar hatine rûxandin û cenaze ji goran hatine derxistin û wiha axivî: "Ji miriyan re jî hurmeta we tune. Derxistina cenazeyan di tu ol, mezheb û nirxên mirovahiyê de tine. Em tu gotinî nabînin ku ji bo vê bêjin. Çawa wiha nêzîkî cenazeyan dibin? Hûn ji cenazeyan çi dixwazin? Ji goristanan çi dixwazin? Ka we behsa nirxên civakî dikir?"
Piştre çîroka Davût Orhan hate xwendin ê ku di 26'ê Kanûna 2000'î de dema li navçeya Heskîfê ji mala xwişka xwe derdikeve û wî li mînîbuseke spî sîwar dikin û direvînin. Endamê Komîsyona Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine yê ÎHD'ê Adnan Orhan çîrok xwend û da zanîn ku Davût Orhan herî dawî bi şev bi mînîbuseke spî dema birine navenda Êlihê hatiye dîtin û wiha axivî: "Malbatê serî li dozgerên Kercews û Êlihê dan, serî li Fermandariya Cendirmeyan a Heskîfê dan, lê tu agahî negirtin." Orhan aşkera kir ku cenazeyê Davût Orhan di 23'yê Çileya 2001'an de li zeviyeke Heskîfê hatiye dîtin û bi yek guleyê hatibû qetilkirin.