Hunermend Yelda Abbasî li Tirkiyeyê hate destgîrkirin

Hunermend Yelda Abbasî ku ji bo pîrozbahiya salvegera 27'an a NÇM'ê hate Tirkiyeyê, li Balafirgeha Ataturk hate destgîrkirin.

Salvegera 27'an a damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) wê 9'ê Kanûnê li Navenda Xwepêşandanê yê Bostanci bi şahiyekê were pîrozkirin.

Hunermned Yelda Abbasî ku ji bo tevlî pîrozbahiyê bibe hat Tirkiyeyê, li Balafirgeha Ataturk a li Stenbolê hate destgîrkirin. Sedema destgîrkirina Abbasî nehate zanîn.

Tê gotin ku bi Abbasî re dayika wê jî heye.