Hunermend: Muhatabê aştiya birûmet Ocalane
Hunermend: Muhatabê aştiya birûmet Ocalane
Hunermend: Muhatabê aştiya birûmet Ocalane
Hunermendan diyar kir ku, muhatabê aştiya bi rûmet tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hunermendên Kurd dan zanîn ku, 15'emîn salvegera komployê dê bibe azadiya Rêberê Gelê Abdullah Ocaalan. Li Mêrsîn û Erdîşê jî çalakî hatin lidarxistin.
Navenda Çanda Mezopotamyayê (MÇN), Navenda Hunera Çandê û Navenda Hunera Çanda Arzela ji bo 15'ê Sibatê ya ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêk hat li ÎHD Stenbolê civîn pêk anî. Di civînê de ji bilî hunermendên saziyên Kurd, hunermend Seyda Perînçek û Hevserokê Navenda Stenbolê ya BDP'ê Alî Riza Bîlgîlî amede bûn.
Metna daxuyaniya çapemeniyê hunermendê MÇN Serhat Kural xwend. Kural di daxuyaniyê de da zanîn tevgera ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ne tenê ji bo kurda ne ji bo hemû gelên bindeste. Kural anî ziman roja ku Oclan ketiye Îmraliyê û heta niha ji bo aştiyek bi rûmet û avakirina welatek azad çi berpirsiyarî ketiye ser milê wî bi cîh aniye.
JI BO OCALAN AZADÎ
Kural bi lêv kir ku, daxwaza dayîkên Şemiyê ewe ku aştiyek bi rûmet pêk bê û wiha got: "Pêvajoya ku bi navê aştiyê tê gotin divê berdewam bike. Ji bo xwîna ku tê rijandin bê rawestandin û welatek demokratîk bê avakirin divê birêz Ocalan bê azad kirin. Em ê wekî hunermendên kurd şopdarê vê pêvajoyê bin. Sala komployê bila azadiya birêz Ocalan temsîl bike û divê mijarê de jî herkes bi hêstiyar be."
MÊRSÎN
BDP'a Mêrsînê bi boneya 15'Sibata ya salvegera anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê li avahiya xwe civîan çapemeniyê pêk anî. Di civîna ku pêk hat de endama MP yê BDP'ê Zarîfe Atik, hevserokên BDP'a Mêrsînê Halîs Ernarcî, Heybet Geçkîn, rêveberên BDP'ê û gelek welatî jî amade bûn. Di civînê de hevserokê BDP'a Mêrsînê Halîs Ernarcî axivî û di axaftian xwe de bi bîranîna Şahîn Oner yê ku li Amedê di 11 Sibatê de panzera polîsan pê li wî kir û ew perçiqand dest pê kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe di 15'ê Sibatê de bi radestkirina Rêberê Gelê Kurd radestî Tirkiyeyê kirin. Van hêzên navneteweyî bi vêkomploya ku li hember Rêberê Gelê Kurd bi vê komploya ku pêk anîn xwestin ku li Tirkiyeyê şerekî navxweyî di navbera Kurd û Tirkan de bidin destpêkirin. Lê Rêberê Gelê Kurd bi vê tekoşîn û berxwedana xwe ya li îmraliyê ev komploya navneteweyî vala derxist." Ernarcî di dawiya axaftina xwe de banga mîtînga ku dê ji bo komploya navneteweyî di 16'ê Sibatê li ber şaredariya Akdenîza Mêrsînê li dar bixin kir û xwest ku hemû kes tevlî mitîngê bibe.
ERDÎŞ
BDP'a Erdîşê bi boneya 15'emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin ku dê sibê bi meşek mezin şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê û di daxuyaniyê de banga li gel hat kirin ku, bi girseyî beşdarî meşê bibin. Civîna ku li avahiya BDP'a Erdîşê pêk hat de serokê BDP'ê yê navçeya Erdîşê Abidîn Încî axivî û wiha got: " Ev komploya ku di 15'yê Sibatê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hatiye weke komployeke reş ku di dîrokê de cihê xwe girtiye. Ji bo ku di pêvajoya aştiya ku niha li Tirkiyeyê tê meşandin carekedin 15'yê Sibatê neyê jiyan kirin û ji bo ku ev xwîna ku tê rijandin demildest bê rawestan din em bang li gelê xweyê Erdîşê dikin ku sibê di demjimêr 10:00'an de li Parka Zîlan kombibin ji bo ku em bi awayekî girseyî komployê şermezar bikin."