Hukûmeta Alman girtina parêzeran şermezar kir
Hukûmeta Alman girtina parêzeran şermezar kir
Hukûmeta Alman girtina parêzeran şermezar kir
Berpirsê Mafê Mirovan ê Hukûmeta Alman Markus Loning nerazîbûn nîşanî doza parêzerên Ocalan ku 28 jê girtî 50 parêzerên ku piraniya wan endamên Buroya Huqûqê ya Asrinê ne da. Loning xwest ku hemû parêzer demek beriya demekê serbest bên berdan.
Çaremîn rûniştina 28 jê girtî bi giştî derdora 50 parêzerên Buroya Huqûqê ya Asrinê ku parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye ser xwe, li Stenbolê pêk hat. Dîwana dadgehê biryara serbestberdana parêzer Şaziye Oner, Mustafa Eraslan, Mehmbet Sabirtaş û Cemal Demîr da. Dadgehê daxwaza guhdarkirina Îrfan Dundar red kir û biryar hate dayin ku îfadeya Dundarê li Bûrsayê ye bê girtin.
Berdevkê Mafê Mirovan ê Hukûmeta Alman Markus Loning jî xwest hemû parêzerên li Tirkiyeyê bê şert û merc serbest bên berdan. Loning di daxuyaniya xwe ya ku di malpera înternetê ya Wezareta Derve ya Almanyayê de hate weşandin de nerazîbûn nîşanî girtina parêzeran li Tirkiyeyê da.
Loning xwest ku di bin ewlehiya dewletê de huqûq hebe û got ku divê bi tu awayî parêzer neyên darizandin. Rayedarê Alman Loning diyar kir ku parêzer azad e û mafê wan heye ku parastina her kesî bike û xwest ku li Tirkiyeyê demek beriya demekê reformên darazê bikevin meriyetê û qanûna “dijî terorê” were guhertin.