TJK-E: Erdogan ji bo komkujiyê ferman da; bila bê darizandin

TJK-E'yê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku yê fermana 'Komkujiya Parîsê da, Erdogan bû, lewma divê bê darizandin.

Di daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) de hate gotin, "Komkujiya Parîsê tevî ku ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve hatiye ronîkirin jî bêceza hatiye hiştin. Di nava van 8 salan de jî komkujiyên nû hatine kirin; dewleta Tirk li Rojava, Efrînê, Serêkaniyê, Şengalê, Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcên nû li dijî mirovahiyê kiriye."

TJK-E'yê diyar kir ku beriya niha bi 8 salan li paytexta Fransa Parîsê sûîqesteke hovane pêk hat û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk ku ji bo temamkirina Qirkirina Kurdan a 100 salî konsepta şerê topyekûn dimeşîne, êrişî pêşengên xeta azadiya jinê û têkoşîna hebûnê kir. Ji damezrînerên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Sakîne Cansiz (Sara), ji nûnerên dîplomasiya Kurdan a li sirgûnê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) bi rengekî hovane bi sûîqestê hatin qetilkirin. Di salvegera 8'an a vê komkujiyê de, bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê hevrê Sara-Rojbîn-Ronahî bi rêz û minet bi bîr tînin, vê êrişa namerdane bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku biryardariya me ya ji bo hesabpirsîna ji kiryaran ji her demê zêdetir e."

KOMKUJÎ JI ALIYÊ GELÊ KURD VE HATE RONÎKIRIN

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku qetilkirina 3 jin ên Kurd ên şoreşger weke parçeyek ji konsepta şer ê topyekûn a rejîma Erdogan ê faşîst hate kirin û hate gotin, "Hêza ku komkujî kiriye eşkere ye. Weke dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi piştî û hevkariya hêzên navneteweyî, ev komkujiya siyasî bi fermana Erdogan hate kirin. MÎT'ê plan kir, Omer Guney jî tetîkkêjî kir.

Gelê Kurd, jinên Kurd û dostên wan hîn ji roja destpêkê ve ji bo ronîkirina komkujiyê têoşiyan û komkujî ronî kirin. Ji bo Kurdan kiryar eşkere ye; ji bo ji aliyê hiqûqî ve hesab bê pirsîn delîl pêşkêşî dadgeriya Fransayê û wijdanê raya giştî ya demokratîk hate kirin. Lê belê mesele hevkariya hêzên navneteweyî ya bi vê konseptê re ye. Dewleta Fransayê mixabin di nava 8 salan de li derveyî vê konseptê tevnegeriya ye û nekariya xwe ji pozîsyona dirûşma 'bêdengiya we ji ber hevkariya we ye' rizgar bike. Lewma Komkujiya Parîsê hem ji aliyê hiqûqî, hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê wijdanî û exlaqî ve mîna deqeke reş maye."

BÊCEZAHIŞTIN BÛ SEDEMA RÛDANA KOMKUJIYÊN NÛ

TJK-E'yê diyar kir ku Komkujiya Parîsê tevî ku ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve hate ronîkirin jî bêceza hate hiştin, ev yek jî bû sedem ku di nava 8 salên derbasbûyî de komkujiyên nû bên kirin û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk li Rojava, Efrînê, Serêkaniyê, Şengalê, Bakur, Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcên nû yên li dijî mirovahiyê kir. Zîhniyeta ku Komkujiya parîsê bêceza hişt, ev êrişên qirkeriyê û dagirkeriyê ji nedîtî ve hat û xwedî lê derket. Gunehê sûcên li dijî mirovahiyê yên ji wê rojê ve li Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewimin di stuyê dewleta Tirk û hêzên hevkarê wê de ne. Eger Komkujiya Parîsê bêceza nehatibûya hiştin, li Kobanê, Efrînê û Serêkaniyê wê dagirkerî nebûya. Şengal ku mezintirîn trajediya sedsala 21'ê ye wê îro di nava heman metirsiyê de nebûya, dewleta Tirk wê ewqasî bêperwa ji Ermenistanê heta Lîbyayê çete li Rojhilata Navîn belav nekiribûya."

BILA ERDOGAN Ê DÎKTATOR BÊ DARIZANDIN

Di daxuyaniyê de kampanya '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' hate bibîrxistin ku 25'ê Mijdarê dest pê kir û hate gotin, "Bi rêya vê kampanyayê em careke din dixwazin ku ev sûc, her wiha komkujiyên jinan ên ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve, bi fermana Tayyîp Erdogan bi xwe ve hatine kirin, bên cezakirin. Ji bo dairzandina Erdogan ê dîktator gelek sedemên me hene ku berxwedan û hêrsa me mezin dike. Hinceta me ya sereke jî Komkujiya parîsê ye."

DI 6 Û 9'Ê ÇILEYÊ DE EM Ê LI QADAN BIN

TJK-E'yê ragihand ku jinên Kurd wê ji bo hesabpirsîna ji berpirsyarên komkujiya Parîsê û sîstema serweriya mêr di 9'ê Çileyê de li qadan be û têkildarî çalakiyan ev agahî hate dayin, "Jİ ber şewbê îsal li şûna çalakiya navendî ya Parîsê em ê li her derê çalakiyên şermezarkirinê yên girseyî li dar bixin. Di 6'ê Çileyê de li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê, di 9'ê Çileyê de di serî de Parîs li Fransa, Elmanya, Belçîka, Hollanda, Swîsre, Skandînavya, Awûstûrya, Kanada, Îngilistan, Îtalya û hemû welatên Ewropayê em ê daxwaza xwe ya ji bo darizandina Erdogan ê fermana komkujiyê da, bilind bikin."