HRW: Polîs û nobedarên Tirk êşkencê dikin
Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) diyar kir polîsên Tirk û 'nobedarên şevê' van du mehên dawî li ser 14 kesan 'binpêkirinên giran' kirine û lêpirsîn xwest.
Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan (HRW) diyar kir polîsên Tirk û 'nobedarên şevê' van du mehên dawî li ser 14 kesan 'binpêkirinên giran' kirine û lêpirsîn xwest.
HRW'ê bi daxuyaniyekê got, ''Polîsên Tirk û 'nobedarên şevê' yên ji asayîşê berpirs van du mehên dawî li Amed û Stenbolê di bûyerên cuda de li ser 14 kesan binpêkirinên giran kirine û li ser vê delîlên biewle li ber destê wan hene.''
Dîrektorê Bernameya HRW'ê Tom Porteous got, ''Nexasim li Amedê di rûdanên dawî de, dema ku li weqayên têkilî tundiya polîsan, êşkence û miemeleya nebaş tê mayin, înkarkirina qebhetên polîsan a bi rengê refleksîvê, mixabin rewşeke tê zanîn lê nayê qebûlkirin.''
Porteous her wiha got, ''Meqamên Tirk divê bi lezgînî rapirsîna van îdîayan bike û bike ku berpirs hesab bidin.''
HRW'ê got, ''Piştî ku memûrên polîsan kûçikên polîs bera mala mirovan dane şopa devlêkirina kûçikan li ser laşê mexdûran çêbûye'' û bi bîr xist di hemû weqayan de rayedar îdîaya êşkence û miemeleya ne baş red dikin.
Di daxuyaniyê de gelek mînakên êşkence û miemeleya nebaş hebûn û vê êrîşa polîsan a bi kûçikên polîs a li Amedê ya bi ser mala Sevîl Çetîn a HDP'yî de bi bîr xist.
Porteous got divê Serokkomar û Wezîrê Navxwe yê Tirk divê aşkere diyar bikin ku bê şert û merc Tirkiye wê li gorî qedexeya mitleq a êşkence û miemeleya nebaş biçe û berpirsên miemeleya nebaş teslîmî dadê bikin.