HPG: Em şehîdên Botanê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê 6 gerîlayên sala 2017'an li Botanê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Çiyayên Botanê ku şahidî ji hezaran çîrokên lehengiyê re kiriye, 29'ê Tîrmeha 2017'an ji berxwedana hevrêyên leheng ên li qada Tehtereş re şahidî kir."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 6 gerîlayên ku sala 2017'an li Botanê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"29'ê Tîrmeha 2017'an artêşa Tirk a dagirker li qada Tehtereş a navçeya Şaxê ya Wanê, operasyoneke berfireh da destpêkirin û li vê derê di navbera hêzên me û artêşa dagirker de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Toprak, Serhat, Serdar, Alî Çîçek, Botan û Şoreş li dijî dagirkeran bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja bi qasî têkoşîna xwe, bi şehadeta xwe bûn çavkaniyeke mezin a moralê ji gelê me û hevrêyên me re. Em van hevrêyên xwe yên hêja di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Toprak Gever
Nav paşnav: Baran Şahînoglû
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Perîzat-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2017 / Botan

Nasnav: Serhat Colemêrg
Nav paşnav: Habîp Pala
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zulfî-Haci
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2017 / Botan

Nasnav: Serdar Cûdî
Nav paşnav: Şerîf Akdogan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Fadîle-Alî
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2017 / Botan

Nasnav: Alî Çîçek Hezex
Nav paşnav: Zekî Şaman
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Havvahan-Tevfîk
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2017 / Botan

Nasnav: Botan Xerzan
Nav paşnav: Kajîn Gunerî
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav:
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2017 / Botan

Nasnav: Şoreş Xinis
Nav paşnav. Orhan Kanar
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav:
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Tîrmeha 2017 / Botan

TOPRAK GEVER

Hevrêya me Toprak Gever li bajarê serhildanê li Geverê ji dayik bû ku bi welatparêziya xwe naskirî ye. Li nava malbateke welatparêz, bi çanda civakî ya eşîra Pinaynîşê mezin bû, ji zarokatiyê ve Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Di dema ciwantiya xwe de kete nava lêgerînan, felsefeya Apoyî û rastiya Rêber Apo nas kir û bi bandora hevrêtiya nava PKK'ê ku mirovan mezin dike, biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Bi eşq û daxwazeke mezin hate çiyayên azad û ji Xakurkê heta Qendîlê, ji Zapê heta Avaşînê bênavber gerîlatî kir. Hevrêya me Toprak weke milîtaneke Apoyî ya bi biryar di îdeolojiyê de kûr bû, di Xeta Azadiyê ya Jinê de şareza bû. Bi kesayetiya xwe ya ji dînamîzma ciwantiyê, bi hevrêtiya xwe ya rû li ken ji aliyê hevalên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Hevrêya me Toprak ku di xeta Apoyî de bi biryar bû, baweriya xwe bi azadiya jinên Kurd anî, bi erka doktoriyê rabû. Bi daxwaz û hewldaneke mezin di branşên cuda yên tenduristiyê de xwe şareza kir û bû doktoreke xurt. Birîna gelek hevalên me pêça, tedawî kir, bi hevrêtiya xwe ya ji dil bi her awayî bû alîkar. Piştî ku li vê qadê kedeke mezin da, hem weke doktorekê hem jî weke fermandareke gerîla li akademiyên leşkerî perwerde dît, kûrbûna xwe xurtir kir û timî dixwest li Bakur gerîlatiyê bike. Li ser vê bingehê sala 2015'an berê xwe da Botanê. Bi daxwaz û biryardariyeke mezin çû qada Botanê, zû hînî gerîlatiya li Bakur bû û bi lez kete nava pratîkê. Li herêma Botanê jî tedawiya gelek hevrêyan kir, hem bû fermandarek hem jî doktorek. Di salên 2015, 2016 û 2017'an de ji bo karibe bersiveke hîn xurtir bide êrişên dewleta Tirk a faşîst, li ser xeta fermandarên me yên fedayî Zîlan, Êriş û Andokan, xwest çalakiya fedayî bike. Dema ku bi ruhekî mezin ê fedayî bi erka xwe radibû di 29'ê Tîrmeha 2017'an de li herêma Elkê li qada Tehtereş di encama bombardûmanê de şehîd bû.

SERHAT COLEMÊRG

Hevrêyê me Serhat Colemêrg li gundekî welatparêz ê Colemêrg ji dayik bû. Di encama polîtîkaya dewleta Tirk a qirker a şewitandina gundên Kurdan de gundê hevrêyê me Serhat jî hate şewitandin û ji ber vê yekê neçar ma ku hîn di zarokatiya xwe de koçî Colemêrgê bike. Hevrêyê me Serhat li dibistanên dewletê karakter û zilma asîmîlasyonkar qirker a dewleta Tirk dît û kete nava lêgerînê. Di encamê de jî destpêkê bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan bû, piştre jî ev yek ji bo xwe têrker nedît û biryar da ku tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe. Li ser vê bingehê li qada Kato Marînos a Botanê sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Zû hînî gerîlatiya li Bakur bû, ti zehmetî li pêşiya xwe weke astengî nedît. Di nava pratîka zêde de hem xwe perwerde kir, hem jî li ser tecrûbeyên ji pratîkê wergirtî xwe şareza kir. Li qadên Marînos, Besta, Kato Xelîla û Kato Jîrka bêsekin bi kelecan kar kir. Bi fedakarî û kedkariya xwe bandor li her hevrêyên xwe kir. Ji yekîneyan heta tîmên tevgerî, ji qadên bicihbûnê heta kûryetiyê, ji perwerdekirina hevrêyên xwe heta fermandariyê her wezîfeya jê re hate dayin bi rengekî serketî bi cih anî. Sala 2017'an li dijî operasyona dagirkeriyê ya li Katoyan hewl da derbê li artêşa Tirk a dagirker bixe. Di nava vê hewldanê de tevî hevrêyên xwe şehîd bû.

SERDAR CÛDÎ

Hevrêyê me Serdar Cûdî li Colemêrgê ji dayik bû. Li nava derdoreke welatparêz mezin bû, piştî ku PKK nas kir, kete bin bandora jiyan û rêbazên têkiliya hevrêtiyê ya PKK'ê. Di encama vê bandorê de kete nava lêgerînê û biryar da ku beşdarî nava refên PKK'ê bibe. Sala 2013'an tevlî gerîla bû û li qadên Zap û Cîloyê gerîlatî kir. Dema ku faşîzma DAÎŞ'ê ya hov êriş bir ser Şengalê û xwest xelkê me yê Êzidî qir bike, hevrêyê me Serdar bi rengekî fedayî berê xwe da Şengalê û bû yek ji wan lehengan ku bi hawara xelkê me yê Êzidî ve beziya. Li Şengalê bi rengê fedayî tevlî gelek çalakiyan bû, birîndar bû, lê ti carî xwe neda alî û bi rola xwe ya dîrokî rabû. Her tim kete bin bandora bilindahiya hevrêtî û fedakariya li nava PKK'ê, meşa xwe jî li ser bingeha vê rastiyê bi rêxistin kir. Hevrêyê me Serdar bi eşqeke mezin bi çiyayên Kurdistanê ve hate girêdan û piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî li Şengalê bi cih anî berê xwe da çiyayên Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Serdar ku derbasî qada Botanê bû, li vê derê zû hînî gerîlatiya Bakur bû û bi rengekî çalak tevlî bû. Weke fermandarekî cihê xwe di nava tîmên tevgerî de girt.

ALÎ ÇÎÇEK

Hevrêyê me Alî Çîçek li gundê Bafê yê navçeya Hezexê ku gundekî welatparêz e ji dayik bû. Li nava malbatê û gund, bi nirxên civakî û welatparêziya cewherî mezin bû. Hem bi gerîlayên li herêmê hem jî bi guhdarîkirina li çîrokên lehengiyê yên gelek gerîlayên ji gundê wan tevlî bûne, mezin bû. Di temenê xwe yê ciwantiyê de kete nava lêgerîna rê û rêbazên têkoşînê û li ser vê bingehê beşdarî nava karên ciwanan bû. Dema ku DAÎŞ û dewleta Tirk li Kobanê dest bi êrişa qirkirina gelê Kurd kirin, guh da dengê wijdanê xwe û baweriya xwe bi wê anî ku divê têkoşîneke hîn bi bandor bimeşîne. Li ser vê bingehê di pêvajoya şerê Kobanê de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me ku tevlîbûneke têgihiştî û îdeolojîk kir, yek ji kadroyên pêşeng ên Berxwedana Zindanê ya 14'ê Tîrmehê û Stêrka Sor a partiya me PKK'ê navê hevrêyê me Alî Çîçek li xwe kir. Hevrê Alî Çîçek destpêkê li herêma Gabarê ya Botanê dest bi gerîlatiyê kir û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Têkiliyên hevrêtiyê yên li nava PKK'ê, asta azadiyê ya jinên Kurd a li nava PKK'ê, şervanî û bilindbûnaa jinan li nava PKK'ê ji nêz ve dît û kete bin bandora vê yekê. Bi dînamîzma xwe ya ciwantiyê û bi wêrekiya xwe ya bilind hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe perwerde kir. Hevrêyekî me yê welê bû ku zêde nediaxivî, lê belê dema ku diaxivî jî peyvên herî bi wate û kûr ên zanyarekî ji devên wî diherikîn. Sala 2015'an ji nû ve hate herêma Botanê. Bi kelecaneke mezin li warê lê ji dayik bû vegeriya û bû xwedî wê şensê ku derbên herî giran li Bakurê Kurdistanê li dijminê dagirker bixe. Ji Bestayê heta Kato Jîrka, ji wir jî heta Kato Xelîla li gelek herêman karê pratîkî kir. Bi taybetî salên 2015 û 2016'an di çalakiyan de bi rengekî çalak derbên giran li dijmin xist. Bû fermandarek ku zû hînî tecrûbeyê bû û bi pêş ve çû. 29'ê Tîrmeha 2017'an di bombardûmanê de birîndar bû, lê bi saetan li dijî dijmin şer kir. Rojek û şevekê bi birîndarî bi tena serê xwe li dijî dijmin şer kir û ji qada Tehtereşê xwe gihand qada Deriyê Beqê. Hevrêyê me Alî Çîçek bi biryardarî, îradeya ji pola, wêrekiyeke mezin û dilxwazî bi lehengî şer kir û bû yek ji fermandarên leheng ên li Botanê efsane afirandine, bi vî rengî şehîd bû.

BOTAN XERZAN

Hevrêyê me Botan Xerzan li navçeya Baykanê ya Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Botan ku li Bedlîsê mezin bû, ji ber nakokiyên xwe yên bi rastiya sîstemê re kete nava lêgerînan. Tevlî nava tevgera ciwanan bû. Piştî ku keça xaltîka wî Şehîd Dîlan Xerzan şehîd bû, her wiha êrişa qirkirinê ya faşîzma DAÎŞ'ê ya li dijî xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê, kir ku hevrêyê me Botan li ser bingeha hestên welatparêziyê tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bibe. Hevrêyê me Botan ku li Şengalê dest bi pratîka xwe ya destpêkê kir, li vir tevlî gelek çalakiyan bû, di pêngavên azadkirina Şengalê û xelkê me yê Êzidî de bi rola xwe rabû. Di zivistana 2015-2016'an de dema ku faşîzma dewleta Tirk bi hovane êriş bir ser Berxwedana Xweserêveberiyê ya Bakurê Kurdistanê, bi daxwaz, biryardarî û armanca tolhildanê derbasî herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê bû. Bi tecrûbeya xwe ya li Şengalê wergirtî zû xwe gihand çiyayên Botanê û hîn bû. Tevlî nava tîmên tevgerî bû û hewl da derbê li faşîzma dewleta Tirk a dagirker bixe. Dema ku li ser erka xwe bû 29'ê Tîrmehê di bombardûmanê de tevî hevrêyên xwe şehîd bû.

ŞOREŞ XINIS

Hevrêyê me Şoreş Xinis li navçeya Xinisê ya Erzîromê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Şoreş ku bi hestên welatparêziyê mezin bû, ji ber pirsgirêkên madî neçar ma ku biçe metropolên Tirkiyeyê ji bo bixebite. Li vir rastiya kedê baştir fêhm kir û nêrîna sîstemê ya li Kurdan hîn ji kûrahî ve dît. Ji ber vê yekê jî hevrêyê me Şoreş kete nava nakokiyên kûr. Hevrêyê me Şoreş tevgera ciwanan û felsefeya Apoyî li vê derê nas kir û bi qasî jê hat, têkoşiya. Piştî ku apê wî Şoreş Xinis li Berxwedana Kobanê şehîd bû, metropolên Tirkiyeyê terikand, berê xwe da welêt û piştî demekê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Bi tevlîbûna li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çeka apê xwe rakir û ji bo ala wî ya têkoşînê bilind bike sala 2015'an li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû. Li Bakurê Kurdistanê li qadên cuda gerîlatî kir û tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijminê dagirker hate xistin. Herî dawî li qada Tehtereş dema ku bi hevrêyên xwe re li ser kar bû di bombardûmanê de şehîd bû.

Çiyayên Botanê ku şahidî ji hezaran çîrokên lehengiyê re kiriye, 29'ê Tîrmeha 2017'an ji berxwedana hevrêyên leheng ên li qada Tehtereş re şahidî kir. Bi serxistina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê em ê xwedî li bîranîn û armancên hevrêyên me Toprak, Serhat, Serdar, Alî Çîçek, Botan û Şoreş derkevin. Li ser vê bingehê di serî de malbatên welatparêz û hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."