HPG'ê du şehîdên Şirnexê bi bîr anî
HPG'ê du gerîlayên ji ber êrişên balafirên şer ên Tirk şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê têkoşîna wan bi ser bixînin.
HPG'ê du gerîlayên ji ber êrişên balafirên şer ên Tirk şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê têkoşîna wan bi ser bixînin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Di daxuyaniya xwe ya 14'ê Mijdarê de me ragihandibûn ku di 9'ê Mijdarê de ji ber êrişa hewayî ya balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li qada Hesena ya herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê du hevalên me şehîd bûne. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:
Hevrêyên me Serhildan û Xwînrej li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li derdoreke welatparêz ji dayik bû. Li Cizîrê ku nirxên welatparêziyê lê xurt e mezin bûn û polîtîkaya zext û tinekirinê ya dewleta TC a dagirker ên li dijî gelê Kurd ji nêz ve dîtin. Ji bo parastina nirx û gelê Kurd tevlî nava Têkoşîna Azadiyê bûn. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûn û pê ve di mijara leşkerî û îdeolojîk de xwe bi pêş xistin û bi kedkarî û fedakariya xwe her li pêş bûn. Hevrêyên me timî di nava têkoşînê de bûn û li qada Cûdî li dijî dijmin li refên herî pêş bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Serhildan û Xwînrej bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welaparêz sax be û em soz didin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."