HPG’ê bal kişand ser sewqiyata leşkerî ya li sînorê Roboskî
HPG’ê bal kişand ser sewqiyata leşkerî ya li sînorê Roboskî
HPG’ê bal kişand ser sewqiyata leşkerî ya li sînorê Roboskî
HPG’ê diyar kir artêşa Tirk tevahiya rojê bi helîkopteran leşker sewqî sînorê Roboskî kirin. Li Herêmên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer û yên keşfê, li Bakurê Kurdistanê jî tevgera helîkopteran didome.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG (NÇR-HPG) der barê tevgera leşkerî ya li Herêmên Parastinê yên Medya û herêmên li Bakurê Kurdistan yên di kontrola gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gor vê 9’ê Îlonê saet di navbera 20.40-21.00’an de balafirên şer li ser herêma Zapê geriyane, di navbera 22.00-01.00 balafirên keşfê li ser heman herêmên geriyane.
Her wiha hat ragihandin ku heman rojê tevgera balafirên keşfê ya li herêma Zagros saet 08.00’an destpê kir didome.
HPG'ê diyar kir li herêma Şehîd Mizgîn a girêdayî herêma Garzan a li Bakurê Kurdistanê jî helîkopterên skorsky keşfê pêk tînin, HPG’ê di vê mijarê de got: “Her wiha 8’ê Îlonê saet 20.00’an 2 Panzer û wesayîteke akrep li gundên Eks û Kardogan ên girêdayî Erdîşa Wanê keşif pêk anîne.”
HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser sewqiyata leşkerî ya li sînorê Roboskî û wiha got: “9’ê Îlonê artêşa dagirker a Tirk bi helîkopterên skorskî tevahiya rojê leşker veguhestine Girê Meymun ê li xeta Qilaban a Şirnexê. Li vir bi di teqwiyeya hêza leşkerî de zêdebûnek çêbûye.”