Hozat: Ew pêvajo êdî qediyan; dem dema hilweşandina AKP'ê ye
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat destnîşan kir, ku rejîma AKP/Qesrê diqede û got, bi leşkerên Tirk re jî motîvasyona şer nemaye.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat destnîşan kir, ku rejîma AKP/Qesrê diqede û got, bi leşkerên Tirk re jî motîvasyona şer nemaye.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameya 'Ulkeden' a News Channelê bû.
'EV POLÎTÎKA WÊ DEWLETA TIRK BIQEDÎNE'
Hozat diyar kir, bi polîtîkayên şer, şîdet û tasfiyeyê tiştek bi destê Tirkiyeyê nakeve û destnîşan kir, ku ev polîtîka wê dewleta Tirk biqedîne.
Hozat anî ziman, ku civak êdî tinazê xwe bi propaganda reşkirinê ya AKP-MHP'ê dike û got, "Rejîma AKP'ê rejîmeke şerê taybet e. Hêzên ku niha pê re hevalbendiyê dike jî, ew hêz in ku bi dehan salan li Tirkiyeyê şerê taybet meşandine. Yanî navendên şerê taybet in. Propagandaya reşkirinê dibe ku bandorekê li ser neteweperestan bike. Dibe ku bandorê li bingeha sereke ya AKP'ê, li MHP û partiyên mîna wî, li hêzên neteweperest bike. Lê belê ti bandora xwe li ser civaka Kurd, li ser civaka demokratîk a Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê nîne. Şerekî taybet û psîkolojîk e. Şerekî taybet tê meşandin. Bi salane ev yek tê kirin û gelê me êdî henekê xwe pê dike. Raya giştî ya demokratîk, civak û gelên Tirkiyeyê tinazê xwe pê dikin. Ne cihê baweriyê ye."
HÊZ Û ÎRADEYA ŞERKIRINÊ YA LEŞKERÊN TIRK NEMAYE
Hozat di dewama axaftina xwe de ragihand, ti hêz û îradeya şerkirinê ya leşkerên Tirk nemaye û ev tespît kir: "Suleyman Soylû çûye Kato. Suleyman Soylû Wezîrê Karên Hundir e, çi karê wî li Kato heye? Diyar e ku çi karê xwe li Kato heye. Êdî nikarin leşkerên xwe bide şerkirin. Bi leşkeran re îarde, hêz, moral û motîvasyona şer nameye. Suleyman Soylû ji bo moralê bide leşkeran, ji bo motîve bike yek bi yek li eniyên şer digere. Rojekê li Şirnexê, rojekê li cihekî din e. Ji bo moralê bide leşkeran li eniyan digere. Hewl dide moralê bide leşkeran û wan bide şerkirin. Ti karekî din ê Suleyman Soylû nîne? Wezîrê Karên Hundir e, li şûna ku karê xwe yê esasî bike, li eniyên şer digere. Hêviya xwe bi vê ve girê daye."
'JI BER QELS BÛYE, FAŞÎZMÊ DIGIHÎNE HEV'
Hozat destnîşan kir, ku AKP'ê faşîzma kesk, spî û reş gihandiye hev, ji vê yekê bawer dike û got, "Ev polîtîka wê AKP'ê biqedîne. Li Tirkiyeyê ti desthilatdariyê bi şîdet û şer encam bi dest nexistiye, nekariye li ser desthilatdariyê bimîne. Bala xwe bidinê; desthilatdarî û hikumetên beriya AKP'ê jî bi soza qedandina PKK'ê li Tirkiyeyê bûn desthilatdar. Siyaseta înkar û tinekirinê meşandin û ji wan hebû ku wê bi şer, şîdetê encamê bi dest bixin. Encam çi ye? Encam tinebûna wan e. Piştî wextekê hemû ji desthilatdariyê ketin. Çi cudahiya AKP'ê ji vê heye? AKP'ê faşîzma kesk, spî û reş gihand hev. Bi van hêzan re hevalbendî kir. Bi salan e hêza xwe ji vir digire. Berê bi cemaetê re hevalbendî dikir. Niha ji vê piştrast e. Lê belê ev hêzên ku AKP pê re hevalbendî kiriye, ji xwe ew hêz in ku di salên 93'an de Tirkiye bi rê ve dibirin. Hemû desthilatdarî û hikumetên beriya AKP'ê hatin, ev zîhniyet temsîl dikirin. Kî ne ev hêzên hevalbend? Hêzên înkarê û tinekirinê, hêzên dijminê Kurdan."
Hozat anî ziman, eger AKP xurt bûya, ji hêza xwe piştrast bûya wê bi van hêzan re hevalbendî nekiribûya û got, "Sedema vê hevalbendiyê, qelsiya wê ye."
'KURD JI DEWLETÊ QUT BÛN'
Hozat ragihand, li Tirkiyeyê hem li nava dewletê, hem jî li nava civakê parçebûneke cidî heye û wiha dewam kir: "AKP bi xwe jî xwedî heman zîhniyetê ye. Siberojeke vê hevalbendiyê nîne. Ji xwe rewşa heyî rewşa bêçaretiyê ye. Li Tirkiyeyê sîstem xitimiye, di nava krîzeke cidî de ye. Krîzên siyasî, aborî û tengaviya civakî di asta herî bilind de ne. Jihevcihêbûneke cidî heye. Di dîroka Tirkiyeyê de yekemcar e cihêbûneke bi vî rengî çêbûye, parçebûn çêbûye. Di nava dewletê de, di nava civaka Tirkiyeyê de parçebûneke cidî heye. Ji xwe Kurd ji dewletê qut bûn, li Kurdistanê têkoşîneke cidî heye. Lewma li Tirkiyeyê dînamîka demokrasiyê gelekî xurt bû."
RASTIYA TIRKIYEYÊ, RASTIYA HERÊMÊ ÊDÎ GUHERÎ YE, NE MÎNA 5-6 SAL BERÊ YE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku rastiya dewletê, rastiya civakî ya Tirkiyeyê û ya herêmê êdî guheriye û wiha dewam kir: "Mîna 5-6 salên beriya niha nîne. Li herêmê şerekî cidî diqewime. Şerê 3. ê Cîhanê diqewime. Sîstemên netewe dewlet ên li herêmê ji hev belav dibin. Kurdên li Rjoava şoreş kirine, statuyek ava kirine. Şoreşa Rojava bandorê li tevahiya herêmê dike, bandorê li Tirkiyeyê dike. Ji ber vê yekê rewş cuda ye. Rewşa konjonktura siyasî ya Tirkiyeyê, ya herêmê cuda ye. Tirkiye niha tecrîd bûye. Di siyaseta derve de li bin ketiye, dike nake nikare tiştekî bi ser bixîne. Gelekî bêpîvan, bêexlaq siyasetê dimeşîne. Li derve, kes jê bawer nake."
Hozat ragihand, krîz û kaosa heyî bi vî rengî kûrtir dibe û got, "Ti encam ji vê hevalbendiya faşîst dernakeve. Ti encam ji vê polîtîkaya şer, şîdet û tasfiyeyê dernakeve. Polîtîkayên heyî wê bibin tasfiyeya vê hevalbendiya faşîst. Wê dawî lê bîne."
'EW PÊVAJO ÊDÎ QEDIYAN'
Têkildarî îdîayên 'pêvajoya çareseriyê' ku di demên dawî de hewl tê dayin ji nû ve bixin rojevê, Hozat got, "Kurdistan û Tirkiye bi temamî veguherîne girtîgeheke servekirî. Li holê rejîmeke îşkenceyê heye. Nîşaneya berbiçav a vê yekê jî, pêkanînên li Îmraliyê li dijî Rêberê me tên kirin e. Tecrîdeke tirsnak û gelekî giran heye. Ev yek nîşaneya berbiçav e. Di pêvajoyeke bi vî rengî de axaftina li ser aştiyê, li ser çareseriya demokratîk, dûrî ji aqil e."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, di pêvajoyeke bi vî rengî de ya divê were kirin têkoşîna li dijî faşîzmê ye û anî ziman, ên niha nîqaşê li ser 'pêvajoya çareseriyê dikin', hewl didin gel bixin nava bendewariyê û bibin palpiştiya AKP'ê.
Hozat got, "Hinek jî radibin qala agirbestê û mijarên mîna wê dikin. Gelo şert û mercê vê yekê, zemînê vê heye? Ew pêvajo êdî qediyane. Agirbesta çi halê çi? Ya ku êdî divê were kirin, yekser naskirina xweseriya demokratîk a Kurdistanê ye. Ew pêvajoyên din êdî qediyane. Heta niha neh caran biryarên agirbestê û bêçalakîtiyê hatin dayin. Du caran jî hêz ber bi derveyî sînor ve hatin kişandin. Tevgerê, fedakariyeke gelekî mezin nîşan da. Berdêlên vê yekê gelekî giran bûn. Di sala 1999'an de di dema vekişînê de me pênc sed şehîd dan. Di vekişîna dawî de gelek şehîdên me çêbûn. Lê guhertineke biçûk jî nebû. Ji ber ku hemû taktîk bûn. Ji bo bidestxistina demê bû... AKP'ê jî, hikumetên din jî bi vî rengî nirxandin. Ji bo hê bêhtir xwe di nava dewletê de bi cih bikin, dewletê bi dest bixin û bi hesabê ji nû ve avakirina Tirkiyeyê, ev bi kar anîn. Pêvajoya bêçalakîtiyê bi kêrî hemûyan hat, herî zêde bi kêrî AKP'ê hat. Ev pêvajo bi kar anîn. Ew pêvajo êdî qediyan. Ew pêvajo êdî mîna berê careke din dubare nabin. Kurdan jî, me jî encamên cidî ji vê derxistin. Ji bo me pêvajoyên tijî ders bûn. Me encamên gelekî mezin jê derxist. Gelek aliyên xwe hene, ku di mijara nêzîkatiya li van pêvajoyan de divê em rexnedayina xwe bidin. Bi dirêjkirina pêvajoyên bêçalakîtiyê û destpêkirina hin pêvajoyên ne hewce re, bi rengekî objektîf em ji dirêjbûna emrê AKP'ê re alîkar. Ev ji ber çi bû? Ji ber baweriya me ya ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bû. Me got, bi diyalogê, bi rêbaza siyasî û muzakereyê wê çareser bibe. Ji ber vê yekê bû. Ji ber vê yekê ewqas şans hate dayin, ewqas derfet hatin dayin. Ji ber niyeta me ya baş bû.
Bi rastî jî pêvajo qediyan. Ya herî girîng ku divê niha were kirin çi ye? Hilweşandina AKP'ê, hilweşandina vê desthilatdariya faşîst e. Pêşîgirtina li wê ye ku hewl dide xwe mayinde bike. Eger ev rejîma faşîst xwe bi temamî bide rûniştandin û mayinde bike, hilweşandina wê wê zehmet be. Bêyî ku xwe mayinde bike, bi têkoşîneke xurt a demokratîk, bi berxwedaneke civakî, ev bloka faşîst dikare ji hev bê xistin û AKP ji desthilatdariyê were xistin. Ya ku bê kirin ev e. Ev ê jî bi çi bibe? Bi têkoşîn û berxwedaneke topyekûn."
Di dawiya axaftina xwe de Hozat diyar kir, nîqaşên li ser 'destpêkirina pêvajoya çareseriyê' ji aliyê objektîf ve xizmetê ji AKP'ê re dike û destnîşan kir, ku divê ti kes û hêz nekeve nava vê nîqaşê.