Hiso serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Stockholmê kir
Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Stockholmê kir.
Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Stockholmê kir.
Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso ku li Swêdê hevdîtinan dike, li Stockholmê serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir.
Hiso, ji Kongreya Star Moushira Mala Reshid û ji penaberên Efrînî Îdrîss Wakas li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê serdana çalakgeran kir.
'GELÊ KURD TECRÎDÊ QEBÛL NAKE'
Hiso diyar kir, gelê Kurd di berxwedana dijî dewleta Tirk de dîrokê dinivîsîne û anî ziman, ji ber sekna xwe ya bi biryar a li dijî dewletên mêtinger, Kurd li ser piyan mane.
Hiso destnîşan kir, gelê Kurd tecrîdkirina Ocalan ti carî qebûl nekiriye û got, "Rêberê me wê azad bibe û em ê di nava aştiyê de bijîn."
Hiso got, "Heta ku Ocalan û gelê me azad bibe em ê li ber xwe bidin."
HEWLDANÊN ÇALAKGERAN DIDOMIN
Komek ji çalakgerên greva birçîbûnê bi rêveberên Federasyona Neteweyên Yekbûyî Şaxê Stockholmê re hevdîtin kir. Çalakgeran bi bîr xistin, bi hezaran kes li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne û ji rêveberên federasyonê xwestin, li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Komê li ser mijarê dosyayek da rêveberên federasyonê.
Çalakgeran agahî dan ANF'ê û diyar kirin, ew bi biryar in ku heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe têkoşîna xwe bidomînin.
Ji çalakgeran Amineh Karimi çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê hemû silav kir. Nujeen Ahmed jî got, heta ku tecrîd bi dawî bibe û Kurdistan azad bibe wê li ber xwe bidin.