Him rastî êrişan hatin him jî hatin girtin
Him rastî êrişan hatin him jî hatin girtin
Him rastî êrişan hatin him jî hatin girtin
5 Xendekarên ku li Sêwasê hatin binçavkirin, derxistin Dadgeha Meletiyê û bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" û "Li gel ne endamên rêxistinê li ser navê rêxistinê suç kirine" hatin girtin.
Li Sêwasê di 18 Mijdarê de ulkuciyan êrişê xwendekaran kiribûn. Piştî xwendekar rastî êrişan hatin, polisan di saetên êvarî de bi ser gelek malan de girtin û 5 xwendekar binçavkirin. Xwendekarên ku hatin binçavkirin duh sewqî dozgeriya Komarê ya Meletiyê hatin kirin. Dozger jî piştî îfade girt, xwendekarên bi navê Murat Burtakûçîn, Suleyman Guneş, Vedat Balta, Tîmuçîn Koçer û Fethullah Sarikaya bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Nobetar kirin. 5 Xwendekarên ku li Dadgehê îfadeyên wan hatin girtin, bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" û "Li gel ne endamên rêxistine ne, li ser navê rêxistinê suç kiriye" hatin girtin şandin Girtîgeha Tîba M a Meletiyê.