Hilweşîna aborî ya desthilat rê li ber vekirî hat protestokirin

Rêxistinên ked û tendirustiyê hilweşîna aboriyê ya desthilatiya AKP-MHP’ê rê li ber vekirî şermezarkirin.

Rêxistinên ked û tendirustiyê li dijî hilweşîna aboriyê çalakî lidarxistin.

Di çalakiyan de hat gotin ku desthilata AKP-MHP birsîtî û hejariyê li gel ferz dike û veguhastina budce ji bo şer hat şermezarkirin.

DÊRSIM

Platforma Ked û Demokrasî ya Dêrsimê bi ramanca balê bikişîne ser buhakirinên piştî daketina nirxê lîreya Tirk li hemberî pereyên biyanî li Kolana Sanatê daxuyaniyek da. Di çalakiyê de ku endamên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li bajêr jî tevlêbibûn, dirûşmeya “Sermaye biçe gorê, ked biçe desthilatiyê” hat berzkirin. Li ser navê platformê Desteya Rêveberiya Giştî (GYK) ya Partiya Kedê (EMEP) Orhan Kûrûl daxuyanî da û diyar kir ku ji ber buhakirinên çêdibin jiyan hatiye rewşekê ku giraniya tiştên ji bo debarê nayên tehemûlkirin.

Kûrûl balkişande ser nerazîbûnên ku duh şev gel bi daketina kolanan û berzkirina dirûşmeya “hikumet îstîfa bike” û li hemberî wan hemû buhakirinan û hejariyê got “êdî bese” û pêwîstî bi têkoşînê heye.

STENBOL

Şaxên Sendîkaya Kedkarên Ximetguzariya Tendirustî û Civakî (SES) yên Stenbolê jî bi heman armancê li ber Miduriyeta Tendirustiyê ya Bajarê Stenbolê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo tendirustiya civakê û kedkarên wê budce” hat vekirin û bi domdarî dirûşmeyên “Emê teslîmê sefaletê nebin” û “Ne ji bo şer, ji bo tendirustiyê budce” hatin berzkirin.

Li wir Wekîlê HDP’ê Mûsa Pîroglu diyarkir ku pêwîste sîstema tendirustiyê bi temamî bibe malê giştî. Her wiha got, “Îdare û sîstemên nexweşxaneyan veguherîne makîneya zilmê.”

Her wiha Hevseroka Şaxa SES’ê ya Şîşlî’yê Fadîme Kavakli jî bal kişande ser pêwîstiya budceyek ji bo kesimên civakî.

ÎZMÎR

Şaxên Îzmîr Tum Bel-Sen Hejmar 1 û Sendîkaya Karê Giştî Hejmar 3 jî li ber Şaredariya Bajarê mezin pankarta “Em nikarin debara xwe bikin” vekirin û çalakî lidarxistin. Di daxuyaniya li wê derê hatî dayin de îşaret bi daketina nrixê lîreya Tirkî ya rojane hat kirin û hate gotin ku li hemberî krîz, hejarî û bênirxbûyînê dema gotina na’yê ye. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, “Bi qasê ku pereyên me têr dike na, em dixwazin wek mirovan bijîn! Parî ji bo me û nan ji bo we, wisa nabe! Em ne bi tenê û bêçare ne, em bi milyonên ku nikarin debar bikin in.”