Hilbijêrên HDP'ê: Parlament tine be, kolan heye!
Hilbijêrên HDP'ê yên ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin, ku ew ê nehêlin Qesr û AKP vîna wan xesp bikin û gotin, "Parlament tine be, kolan heye."
Hilbijêrên HDP'ê yên ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin, ku ew ê nehêlin Qesr û AKP vîna wan xesp bikin û gotin, "Parlament tine be, kolan heye."
Hilbijêran nerazîbûn nîşanî hewldana rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê dan. Hilbijêrên HDP'ê yên ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin, ku ew ê nehêlin Qesr û AKP vîna wan xesp bikin û gotin, "Parlament tine be, kolan heye."
'TOLA 7'Ê HEZÎRANÊ'
Xwendekara Zanîngehê Berfîn Azdal da xuyakirin, ku rakirina destnedana parlamenterên wan parçeyek ji konsepta şer e û anî ziman, ku ev yek ji bo şikandina vîna demokratîkbûyînê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derket holê ye. Azdal diyar kir, parlametnerên HDP'ê ne tenê parlamenterên partiyekê ne, di heman demê de wekîlên aştiyê û temînata demokrasiyê ne. Azad bibîr xist, ku dosyayên destavêtin, karên ntelirê bi ti awayî nayên lêpirsîn, lê belê hewl tê dayîn parlamenterên daxwaza aştiyê dikin bên darizandin û got, "Lê bila vê baş zanibin, ti tişt wê me ji têkoşîna me ya aştî û azadiyê venegerîne. Parlament tine be, kolan heye!"
'RÊYA ÇIYÊ NÎŞAN DIDIN'
Karker Ercan Guneş da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê ya bi qelibandina maseya çareseriyê re rêya diyalogê girt, niha jî hewl dide bi temamî pêşî li siyasetê bigire. Guneş got, "Ji wan heye ku eger vîna Kurdan derxînin derveyî Meclîsê wê bi hêsanî karibin xwe bigihînin armanca xwe ya Serokatiyê." Guneş diyar kir, pêşî li siyasetê digirin û rêya çiyê nîşanî mirovan dide. Guneş got, "Çawa ku duh nikarîbûn vîna Kurdan tine bikin, îro jî wê nikaribin tine biin. Em li parlamentê nebin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin."
'BI MÎLYONAN EM Ê VEGERIN'
Karker Gulsum Ozege da zanîn, bi destdana li parlamenterên HDP'ê re vîna gelê Kurd tê binpêkirin û got, "Zextê li vîna Kurdan, Ermeniyan, Rûman, Çerkesan, hemû gel, bindest, karker û mûxalîfan dikin. Hewl didin bi vî rengî me marjînal bikin. Lê belê em hene û bi derxistina ji parlamentê re nikarin vîna me tine bikin. Em yek her in, bi mîlyonan em ê vegerin."
'PIŞTÎ PIRSÛSÊ KOMKUJIYA DUYEMÎN E'
Şanoger Mûrat Akdag got, "Parlamenterên HDP'ê dengê min ê li Meclîsê ne û eger destnedana wan rakin, wê ev yek were wateya birîna dengê min' û ev nirxandin kir: "Weke mirovekî bi saxî ji komkujiya li Pirsûsê rizgar bû, rakirina destnedana wekîlên partiya min, ji bo min tê wateya komkujiyeke duyemîn. Divê destûr ji vê re neyê dayîn. Dixwazin temsîliyeta me ya li Meclîsê qetil bikin. Ev yek darbeyek li hemberî hemû mûxalîfan e û em ê ti carî qebûl nekin. Eger destnedan wê bê rakirin, divê ya hemû wekîlan bê rakirin."
'BI MÎLYONAN MIROV WÊ DEST JI MAFÊN XWE BERNEDIN'
Rojnamevan nivîskar Asli Erdogan destnîşan kir, ku rakirina mafê destnedana wekîlên HDP'ê tê watey xespkirina dengê gel û got, "Hikûmet dixwaze bi zextê nehêle Meclîs bixebite." Asli Erdogan da xuyakirin, ku AKP bi awayekî vekirî tola têkçûna xwe ya hilbijartinên 7'ê Hezîranê hiltîne, bi sorkirina nîjadperestî û dijminatiya li Kurdan hewl dide desthilatdariya xwe, dewleta polîs xurt bike. Asli Erdogan da xuyakirin, ku tevgera Kurd ji ber hewldanên bi vî rengî ji têkoşîna demokrasiyê venagere û got, "Ez jî di nav de bi mîlyonan mirov ji duh heta îro ti carî dest ji mafên xwe bernadin. Belê wê gelek êş bê kişandin, lê di dawiya dawî de wê yê mafdar qezenc bike."
'DIVÊ ENIYEKE DEMOKRATÎK BÊ AVAKIRIN'
Muzîsyen Gursel Coşkûn anî ziman, bi lîstikên sivik û erzan ve tinehesibandina dengê gel, darbeyek li hemberî demokrasiyê ye. Coşkûn got, "Xuya ye demeke gelekî dijwar li pêşiya me ye. Li hemberî van zextên bêdawî, divê eniyeke demokrasiyê bê avakirin. Naxwe ev bêoksîjenî wê bêhna her kesî biçikîne. Yekane alternatîfa siyasetê, parlament nîne. Divê hîn bêhtir xebat bê meşandin mûxalefet were xurtkirin. Cihê vê jî kolan e."
'EM Ê LI KOLANAN GOTINA XWE HER BILÊV BIKIN'
Xwendekara Zanîngehê Rosa Kahya diyar kir, rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, ji pêvajoya şer cuda nîne û destnîşan kir ku ev yek derbek li vîna gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Kahya got, "Lê belê jiyana me ya polîtîk ne tenê parlament e. Ji xwe em hêza xwe ji kolanan werdigirin û em ê her werbigirin. Parlamenterên me bigirin jî, zextê jî bikin, em ê her tim li kolanan gotina xwe bilêv bikin."