Hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Bajarê Îdirê roja 4'ê Hezîranê ye
Li Îdirê, wê di 4'ê Hezîranê de hilbijartina Meclîsa Giştî ya Bajêr pêk were. HDP'ê xebatên xwe yên di vî warî de zêde kir.
Li Îdirê, wê di 4'ê Hezîranê de hilbijartina Meclîsa Giştî ya Bajêr pêk were. HDP'ê xebatên xwe yên di vî warî de zêde kir.
Serokê Meclîsa Giştî ya Bajêr Abdulkadîr Ozsûlar, ku ji ber tevlî Konê Meratlên Zindî bû hate binçavkirin û piştî salekê hate berdan, ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve ji wezîfeyê hatibû girtin. Ozsûlar roja 26'ê Nîsana 2016'an careke din bû namzet ji Serokatiya Meclîsa Giştî ya Bajêr re û bi piraniya dengan hate hilbijartin.
Walîtiya Tirk a ku nekarî xwe li vê encamê rabigire, ji bo betalkirina meclîsê serî li Wezareta Karên Hundir da. Piştre Daîreya 8. a Dadgeha Şêwirmendiyê, biryara diviyabû di mehekê de bigirta, piştî 2 mehan da û meclîs fesh kir. Desteya Hilbijartinê ya Bilind, biryar da ku di 4'ê Hezîranê de Meclîsa Giştî ya Bajêr nû bibe. HDP, ku namzetê xwe diyar kir, dest bi kar kir.
Tevî vekirina buroyên hilbijartinê, di bin sîwana Koordînasyona hilbijartinê de komîsyonên muşahîd, agahîdayîn û hilbijêrên bi tevger, hatin avakirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman li ser armancên xwe agahî da û anî ziman, ji bo li gelemperiya Îdirê bibin partiya yekemîn ew ê li nava gund û taxan bigerin.
Adiyaman destnîşan kir, ku gelê Îdirê wê di 4'ê Hezîranê de bersivê bide neqeiya li wan hatiye kirin.