'Hilbijartina ku wê çarenûsa gelan diyar bike'

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê li gel tarîtiyê jî bûye hêvî ji alîgirên guhertinê re.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) wê di 29'ê Çileyê de Civata Giştî ya 12'emîn lidar bixe. Kongre di heman demê de ji bo hilbijartinên giştî yên 2023'an girîng tê dîtin. Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Cengîz Çîçek got, "Hilbijartinên 2023'an divê ne tenê weke hilbijartineke ji bo diyarkirina desthilatdariyê bê nirxandin. Ji bo hêzên nava dewletê aliyekî xwe yê cidî û dîrokî heye. Li Tirkiyeyê bi navê Maseya 6 alî û Tifaqa Cûmhûr hene ku xwe weke 'Tirkîtiya Spî' û 'Tirkîtiya Kesk' xwe bi cih kirine. Lewma wê bibe fînala hesabê 100 salî ku nîşan bide bê desthilatdariya dewletê wê di sedsala duyemîn de bikeve destê kê.

Kûrbûna alozî û şerê navbera van herdu blokan di heman demê de wê bandoreke erênî yan jî neyînî li paşeroja gelên li Tirkiyeyê bike. Bi hilbijartinê re divê ev rastiya şerê serweriyê yê nava dewletê bê dîtin. Ev şer di heman demê de wê bandorê li derdorê jî bike."

Cengîz Çîçek ragihand ku ev hilbijartin ji hilbijartinê jî wêdetir xwedî wateyekê ye û wiha dewam kir, "Yanî hilbijartineke dîrokî ye ku wê çarenûsa gelan lê bê diyarkirin. Ji aliyê encamên xwe ve wê hilbijartineke gelekî giran be. Bi encamên xwe yên erênî yan jî neyînî wê nebe hilbijartineke ji rêzê ku tenê deh salên pêşiyê diyar bike."

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku HDP û HDK'ê bi perspektîfa tifaqa bindestan dest bi meşa xwe kirin û got, "Ev demeke bersiveke gelekî girseyî wergirt. Gihîşt wê astê ku rêya sêyemîn, têkoşîna rêya sêyemîn civakî bike. Ev yek ji bo me, hem weke partî hem jî weke tifaq ji bo hebûna bi salên dûr û dirêj, tecrûbeyeke gelekî serketî ye. Bêguman di nava me de kêmasiyên me hene. Lê belê li gel ewqas zext, zilm û zordariyê hîn jî xwe li ser piyan digire û yekane ew hêz e ku çarenûsa welêt diyar bike."

Tifaqa Ked û Azadiyê jî weke xelekek nû ya tifaqê li ser tecrûbeya serketî ya 11 salan hate bicihkirin. Rêxistinên sosyalîst, azadîparêz, muxalefeta civakî ya pêşverû ji aliyê rêxistinî ve li hev kom bûn. Ev jî gelekî hêja ye."

Cengîz Çîçek destnîşan kir ku têkoşîna civakî û siyasî ya li dora rêya sêyemîn neçar e ku têkoşîna li nava gel û civakî hîn bi xurtî bi rêxistin bike û xwe bigihînin rastiya polîtîk a civakî ya mayinde.