Hikumetê bersiv da daxwaza Basrayê ya ji bo 'herêma federal'

Hikumeta Iraqê daxwaza şêniyên Basrayê ku dixwazin Basra bibe herêmeke fedarl erênî dibîne. Berdevkiya hikumetê diyar kir ku mafê wan nîne ku ew pêşî li daxwazeke wiha bigirin.

Xwepêşandanên ji ber polîtîkayên aboriyê, bêkarî, xizanî û pirsgirêkên av û elektrîkê roja 8'ê Tîrmehê li Basrayê dest pê kirin, li hemû bajarên başûrê Iraqê û paytexta Bexdayê belav bûn. Xwepêşandêran xwestin ku Basra bibe herêmeke federal.

Li Basrayê ku bajarekî bendergeh e û ji aliyê çavkaniyên petrolê ve dewlemend e, şêniyan alên herêma federal bi banê xwe ve kirin. Hikumeta Iraqê bersiv da vê daxwazê.

Berdevkê hikumeta Iraqê Saad Hadîsî diyar kir ku mafê wan nîne ew li pêşiya guhertina statuya wîlayetê weke herêma federal bibin asteng.

Hadîsî got, "Dema ku wîlayeta Basrayê ji bo bibe xwedî statuya herêma federal şert û merc bi cih anî, hingî nepêkan e ku hikumet li pêşiya vê bibe asteng."

Ji bo Basra bibe herêma federal beriya niha 35 hezar îmze hatibûn komkirin û radestî paralment û hikumetê hatibûn kirin. Lê belê bi pêşengiya Partiya Dozê ev îmze nehatibûn qebûlkirin.