Hikumeta Tirk 'yekemîn nexweşê bi vîrûsa Korona' eşkere kir

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca diyar kir, ku kesekî gumana vîrûsa Korona li ser bû, eşkere bû ku bi vîrûsê ye.

Koca bi daxuyaniyeke çapemeniyê nexweşê bi vîrûsa Koronayê piştrast kir.

Koca got, "Ez dixwazim agahiyeke xemgîn lê nemetirsîdar bi we re parve bikim" û diyar kir, "Welatiyekî me ku gumana vîrûsa Korona li ser bû îro eşkere bû ku bi vîrûsê ye."

Koca got, "Nexweşê bi vîrûsê mêr e û rewşa wî ya giştî baş e. Malbata wî û derdora wî hemû di bin kontrolê de ne."

Koca diyar kir, eger vîrûs belav bûbe ev yek kêm belav bûye û îdîa kir, "Vîrûsa Korona ji tedbîrên me xurtir nîne." Koca eşkere nekir ku wan çi tedbîr wergirtine.