Hikumeta Tirk ji bo sala 2018'an budçeya şer amade kir
Hevdîtinên li ser budçeya sala 2018'an a Tirkiyeyê kub i hevkariya AKP-MHP'ê hate amadekirin, dewam dikin. Piştî nirxandina li civata giştî ya Meclîsê budçeya şer û rantê wê bê qebûlkirin.
Hevdîtinên li ser budçeya sala 2018'an a Tirkiyeyê kub i hevkariya AKP-MHP'ê hate amadekirin, dewam dikin. Piştî nirxandina li civata giştî ya Meclîsê budçeya şer û rantê wê bê qebûlkirin.
Lêçûna budçeya Tirkiyeyê ku ji bo sala 2017'an 645.1 milyar lîre hatibû destnîşankirin, ji bo sala 2018'an ev hejmar bû 762.8 milyar lîre. Hatineya sala 2017'an 598.3 milyar lîre hatibû pêşbinîkirin û ji bo sala 2018'an bû 696.8 milyar lîre. Valahiya budçeyê sala 2017'an 46.9 lîre bû, sala 2018'an 66 milyar lire xuya dike.
BUDÇEYA JI BO ŞER BI RÊJEYA 41 JI SEDÎ HATE ZÊDEKIRIN
Budçeya ji bo saziyên parastin û ewlekariyê, ku sala 2017'an 64 milyar û 306 milyon û 50 hezar TL bû, sala 2018'an bû 92 milyar û 718 milyon û 151 hezar TL.
Di nava salekê de, di budçeya 9 saziyên ewlekarî û parastinê de bi rêjeya 41 ji sedî hate zêdekirin û 28 milyar û 412 milyon û 101 hezar TL hate zêdekirin. Ji ber ku ev budçeya destpêkê ye dibe ku di nava salê de budçeyeke din jî lê were zêdekirin.
Budçeya ku ji aliyê hikumeta Tirk ve hatiye amadekirin û pêşkêşî civata giştî ya Meclîsê hate kirin, nîşan dide ku Tirkiye ji bo sala 2018'an amadekariya şerekî nû dike.
Li gorî budçeya sala 2018'an, hejmara ku ji hin saziyan re bê veqetandin wiha ye:
Wezareta Parastinê ya Milî: 40.4 milyar TL
Rêxistina Îstîxbaratê ya Milî: 2 milyar 335 milyon
Wezareta Karên Hundir: 7 milyar 300 milyon
Fermandariya Giştî ya Jendermeyan: 13 milyar 311 milyon 208 hezar
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê: 27 milyar 792 milyon 655 hezar
Fermandariya Ewlekariya Peravan: 682 milyon 700 hezar
Musteşariya Ewlekariyê û Sîstema Cemaweriyê: 18 milyon 373 hezar.
Serokatiya Karên Diyanetê: 7.7 milyar TL
Wezareta Edaletê13.7 milyar TL
Wezareta Perweriya Milî: 92.5 milyar TL
Wezareta Tenduristiyê û saziyên pêwendîdar: 37.5 milyar TL
Wezareta Çand û Tûrîzmê: 3.9 milyar TL
Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê: 26.7 milyar TL
Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê: 1.9 milyar TL
Wezareta Spor û Ciwanan: 14.1 milyar TL
Serokkomarî: 845 milyon 365 hezar