Hikumeta Elman li Meclîsê dengdana Încîrlîkê asteng kir

Hikumeta Elman dengdana vekişîna ji Încîrlîkê ya li Meclîsa Federal asteng kir.

Partiyên  Yekîtiya Xiristiyan CDU/CSU û Partiya Demokratên Sosyal SPD ji bo dengdanê asteng bikin piraniya xwe ya di Komîsyona Karên Derve yê Meclîsê bi kar anîn. Hevkarê Koalîsyonê SPD’ê roja Sêşemê di koma Meclîsê biryar standibû ku leşkerên Elman ji Încîrlîkê werin kişandin.

Li gel vê biryara SPD’ê jî di dengdana Meclîsa Federal de dengê na yê ku bi kar anî bû sedema nerazîbûna tund a partiyên muxalefetê.

Li ser navê partiya Keskan Hevserok û Namzetê Serokkomariyê Cem Ozdemîr got helwesta SPD’ê ya der barê Încîrlîkê parçeyek ji kampanyaya hilbijartinê ye û got, "Êdî hemû kesên di hikumetê de divê fêhm bikin ku her peyama nerm a ku ji bo Erdogan tê şandin, ji bo pê şantajê li Elmanya bikin dikine fersend."

Wekîla Partiye Çep Sevîm Dagdelen jî helwest nîşan da û got, helwesta Partiyên Yekîtiyê û SPD’ê ‘hetîketî ye û gavên xapandinê ne’ û got ‘vekişîn divê taloqî roja dawî ya meha neyî neyê kirin’’

Endamê Partiya Çep Alexander Neu jî ji bo helwesta SPD’ê got, ‘’dilê mirov pê dişewite’ û got, ‘’ew siûd hatibû ber wan ku li şûna sozên pûç bdiin nîşan bidin cidî ne lê ji dest wan çû.’’

Pisporê Berevaniyê yê SPD’ê Raîner Arnold ji radyoyekê re axivî û got, ‘’Divê em destûrê nedin ku Erdogan li gor dilê xwe bi me bilîze, divê rojekê em di vê mijarê de peyama hewce bidin.’’