Hikumeta Elman ji bo çekan bifiroşe Tirkiyeyê hincetan peyda dike

Hikumeta Elman di nava 10 mehên dawî de bi buhayê 25 milyon Euroyî peymana firotina çekan bi rejîma Enqereyê re kir.

Piştî ku dewleta Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişa dagirkeriyê kir, hikumeta federal a bi serokwezîrtiya Angela Merkel li ser zexta raya giştî ragihand ku wê bazirganiya çekan a bi Enqereyê re bê rawestandin.

Serokwezîr Merkel û hikumeta wê bi vê jî nema û diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkeriyê re hiqûqa navneteweyî binpê kiriye, bombe li warên sivîlan barandiye û li herêmê paqijiya etnîkî kiriye.

Lê belê tevî van gavên Elmanyayê û daxuyaniya ku digotin "Me bazirganiya çekan a bi Enqereyê re rawestandine" eşkere bû ku di navbera rêveberiya Berlînê û rejîma Erdogan de bazirganiya çekan di navbera 9'ê Cotmeha 2019'an û 22'ê Tîrmeha 2020'an de bênavber dewam kiriye.

Hikumeta Merkel bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep a li ser mijarê û ragihand ku di dema navborî de bi buhayê 25.9 milyon Euroyî peymana çekan hatiye pejirandin.

Balkêş e ku nirxê van peymanên çekan ji nirxê peymanên heman dema sala derbasbûyî û temamiya sala 2018'an zêdetir e.

Hikumeta Federal a ELman di sala 2019'an de bi buayê 31.6 milyon Euroyî, di sala 2018'an de jî bi nirxê 12.9 milyon Euroyî peymanên firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê pejirandibû.

Di daxuyaniya nû ya hikumetê de hate îdîakirin ku peymanên nû yên navborî ne li ser firotina çekên şer e, lê ji bo firotina amûrên leşkerî ne.

MAAS GOTIBÛ 'EM NAFIROŞIN'

Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Heîko Maas hefteya derbasbûyî ji rojnameya General Anzeîgerê re axivî bû û diyar kiribû ku ji bilî amûr û alavên ji bo hêzên deryayî wan firotina çekan ji bo Tirkiyeyê nepejirandine.

Maas îdîa kir ku wan daxwaza Enqereyê ya ji bo firotina çekan red kirine û got, "Êdî Tirkiye ji Elmanyayê çekan peyda nake."

Çavdêrên navneteweyî bi israr dibêjin, ku gelek peymanên Elmanyayê yên li ser çekan bi Tirkiyeyê û gelek welatan re kiriye, ne li gorî pîvanên ambargoya çekan a navneteweyî ye.