Hikûmeta AKP'ê li Grazê hat şermezarkirin

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, zordariya hikûmeta AKP'ê bi meşekê hat şermezarkirin.

Meş bi dirûşma "Li Kurdistan û Tirkiyeyê azadî û demokrasî" pêk hat û li meydana Grîesplatzê ya li navenda bajêr dest pê kir. Girseya gel heta Schlossbergê meşiya û li vir mîtîngek lidar xist.

Qisekerên mîtîngê dan xuyakirin, ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dest bi êrîşeke topyekûn kiriye û bang li hêzên navneteweyî kir, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, nerazîbûnê nîşan bidin. Her wiha bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê, ku piştî hewldana darbeyê zêde bûye û destnîşan kirin, li dijî gelê Kurd û mûxalîfan pêvajoyeke mezin a tinekirinê hatiye destpêkirin. Qiskeran diyar kirin, azadiya raman û çapemeniyê ji holê hatiye rakirin û Erdogan sîstemeke otorîter a dûrî hiqûqê ava kiriye. Girseya gel bang li Yekîtiya Ewropayê kir, destûrê nede vê rejîma otorîter a li Tirkiyeyê, ji bo qedandina şer bikevin nava hewldanan û piştgiriyê bide gelê Kurd.

Di çalakiyê de bang li Eutelsatê jî hat kirin, ku biryara xwe ya betalkirina weşana qenala Med Nûçe, rawestîne.

Di çalakiyê de her wiha gelek belavok hatin belavkirin û li dijî AKP û Tayyîp Erdogan dirûşme hatin qîrîn.

Rêxistinên bi navê Der Fûnke, Alevîtîsche Gemeînde, GRAS, Grune Akademîe, ÎL, Jûnge Grune, Steîermark, KJO, KPO, KSV, Kurdîsche Gemeînde, SJ Steîermark, SLP û VSStO destek dan çalakiyê.

...