Sekretera Taybet a Serokwezaretiyê Clare Brosnan bersiv da nameya çalakgerê greva birçîbûnê Kardo Bokanî. Brosnan diyar kir ku wê li ser daxwaza Alîkarê Serokwezîr Simon Coveney name nivîsî ye.
Di nameyê de hate gotin, "Haya hikumeta Îrlandayê ji greva birçîbûnê ya parlamenter Leyla Guven û nêzî 300 milîtanan heye û bi fikar e. Rewşa Birêz Guven meha Çileyê di Meclîsa Îrlandayê de kete rojevê û ji bo sererastkirina rewşê me bang li meqamên Tirk kir ku tavilê tedbîran bigire. (...) Dema ku me bihîst Birêz Guven 25'ê Çileyê hate berdan em kêfxweş bûn, lê belê ji ber dewamkirina grevê û nebaşbûna rewşa wê ya tenduristiyê em hîn jî bi fikar in."
Brosnan diyar kir, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û hikumeta Îrlandayê ji ber grevên birçîbûnê her wiha ji ber girtina hilbijartiyan, rojnamevanan, akademîsyenan û aktîvîstên civakî yên sivîl fikarên xwe her tim ji meqamên Tirk re ragihandine û got, "Me her tim bang li hikumeta Tirk kir ku hurmetê nîşanî mafên bingehîn ên welatiyan hemûyan bide."
Di dewama nameyê de hate gotin, "Pirsgirêka Kurd ku pirsgirêkeke zehmet e, bi diyalogeke çêker a aştiyane û çareseriyeke mayinde dikare çareser bibe. Îrlandayê bang kir ku ji bo jinûve destpêkirina pêvajoyeke siyasî diyalogeke wiha jinûve dest pê bike. Em piştgiriyê didin hewldanên ji bo afirandina hevdîtinên navbera aliyên Kurd û Tirk."
Di dawiya nameyê de hate gotin, "Dixwazim hûn zanibin ku hikumeta Îrlandayê hem ji ber grevên birçîbûnê, hem ji ber rewşa giştî ya li Kurdistanê, hurmeta li mafên mirovan, azadiya îfadeyê, dewleta hiqûqê û demokrasiyê, wê rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve bişopîne."