‘Hikumet, Saziya Tipa Edlî û rêveberiyên girtîgehan berpirsên jiyana girtiyan in’

Gelek rêxistinên mafan di civîna çapemeniyê ku li Enqereyê saz kirin de bal kişandin ser binpêkariyên di girtîgehan de diqewimin û diyar kirin ku berpirsên jidestdayîna jiyana girtiyan daraz, rêveberiyên girtîgehan, Saziya Tipa Edlî û Wezareta Edaletê ne.

Şaxê Komeleya Hiqûqzanên Hevçax (ÇHD) ê Enqereyê, Hiqûqzanên ji bo Demokrasiyê, Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Enqereyê, Komeleya Hiqûqzanan a ji bo Azadiyê (OHD),  Hiqûqzanên ji bo Edaletê, Parêzerên Hiqûqa Civakî, Weqda Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Bijîşkan a Enqereyê (ATO), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û gelek nûnerên saziyan tev li civîna ku Yekîtiya Milkiyeyiyan hat kirin bûn.

Endama Şaxê OHD’ê yê Enqereyê Hulya Yildirim ku daxuyanî xwend ev tişt diyar kirin:

 ‘’Girtiyê nexweşê astimê Bazo Yilmaz ê nedikarî bi tena serê xwe di girtîgehê bimîne û tevî ku hewil dida bi cîhaza oksîjenê bijî, serlêdana ku 2021’î li Saziya Tibê ya Edlî kir bi hinceta ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ hat redkirin. 5 roj piştî mirina Bazo Yilmaz, îcar Zulkuf Yildirim ê di Girtîgeha Ewlehî Bilind a bi hejmar 1 Xarpêtê de dihat girtin û tevî raporên xwe yên nexweşxaneyê nedihat berdan û ji sedî 96 astengdar bû, jiyana xwe ji dest da. Di mêjiyê Yildirim ê ku tevî nexweşî û raporên xwe yên nexweşxaneyê nedihat berdan de ûr hebû û ji ber emeliyatên ku hatibû kirin çavê wî yê rastê çûbû, çavê çepê jî ji sedî 49 çûbû.’’

 Yildirim bi bîr xist ku beriya ku Zulkuf Yildirim jiyana xwe ji dest bide bi du rojan, Mehmet Candemîrê 60 salî yê di Girtîgeha L ya Gîresûnê de jiyana xwe ji dest daye.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Bi tenê ji serê sala 2022’yan heta bi niha herî kêm 55 girtî û hukumxwarên ku girtiyên nexweş ê berdana wan ji aliyê Saziya Tipa Edlî ve hatine astengkirin jî hene ku jiyana xwe ji dest dane. 27 jê jî ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane. Ji van mirinan yek jê jî ne bi xwezayî bû lê ji ber rejîma înfazê ya bi dijminatî ya wek dewama hiqûqa ceza ya dijmin bû. Divê nexweşiyên girtiyên zû bên teşhîskirin, tedawîkirin bi rêk û pêk be, şopandina tenduristiya wan bê kirin heke na, berpirs rêveberiyên girtîgehan in.”

Yildirim bal kişand ser raporên ‘’dikare di girtîgehê de bimîne’’ yên nerast û nehuqûqî yên Saziyên Tipa Edlî û Mehmet Ozkan ê nexweş ê ji sedî 87 rapora wî ya astengdariyê heye û nikare biaxe û nexweşa demansê siyasetmedar Aysel Tûglûk mînak dan. Yildirim destnîşan kir û wiha got: ‘’Ji ber raporên Saziya Tipa Edlî gelek girtî ya di girtîgehan de ya jî ji ber taloqkirina înfazê piştî ku tên berdan û bi şûn de jiyana xwe ji dest didin. ‘’ 

‘EM NAHÊLIN MIRINA ME BIBE JI RÊZÊ’

Yildirim ber wiha pê de çû: ‘’Bê guman berpirsa van mirinan daraza ku biryarên siyasî dide, rêveberiyên girtîgehan ku mafê xwegihandina tenduristiyê yê girtiyan asteng dikin, Saziya Tipa Edlî ye ku raporên nehiqûqî îmze dike û Wezareta Edaletê ye. Em nahêlin mirina bibe ji rêzê.’’

Yildirim di dawiyê de banga têkoşîn û piştevaniya ji bo malbatên girtiyan kir.