Hejmara 463'an a Serxwebûnê derket

Hejmara nû ya Serxwebûnê derket. Di hejmara 463'yan, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin û 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava bi berfirehî cih digire.

Hejmara 463'yan a Serxwebûnê bi manşêta ''Rihê berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê bi Şoreşa Rojava re dijî'', derket. Ji ber salvegera 38'an, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi berfirehî cih girt. Di hijmara nû de Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê weke berdewama vê berxwedanê tê nirxandin. Her wiha geşedanên dawî yên siyasî jî têne nirxandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan geşedanên siyasî nirxand. Kalkan bal kişand ser pêngava tolhildanê ya ji bo Endamê Komîteya PKK'ê û Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb û diyar kir ku pêngava tolhildanê geşedanên mezin bi xwe re anî. Kalkan got, "Em ê sala 2020'an bikin sala tolhildanê ya Qasim Engîn.''

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê nirxand û bi ser navê, ''Şêwaza berxwedan û serkeftinê ya di şertên giran de li hemû qadên têkoşînê em pratîk bikin'' di kovarê cih girtin. Karasû got Şoreşa Kurdistanê di şertên ''zora zortir'' de dest pê kiriye û heta bi îro hatiye û diyar kir ku ji bo serkeftinê divê xeta berxwedana 14'ê Tîrmehê esas were dîtin.

Di nivîsekê de ya bi navê, ''Roja biryara dîrokî ya civaka Kurd: 19'ê Tîrmehê'' ku salvegera 8'an a Şoreşa Rojava hatiye nirxandin, bi kurtî Şoreşa Kurdistanê tê vegotin.

Di analîza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, a 3'yê Adara 1992'an kirî, bi sernava ''Şoreş gotin û çalakiyên herî sotinde ne'' tê diyarkirin civakên ku şopên xwe pir li ser dîrokê dihêlin ew civak in ku şoreşên mezin kirine. Ji aliyê diyalektîka şoreşê ya Kurdistanê ve tê gotin, 'Li Kurdistanê tişta herî baş, herî rast, herî xweşik wê bi şoreşê dest pê bike, bidome û bidawî bibe.''

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî jî got, ''Jinên Kurd li dijî qirkirina civakî, çandî û l dijî polîtikayên qirkirina jinê têdikoşin.''

Endama Komîya PKK'ê Dilzar Dîlok jî di kovarê de kuştina Olof Palme nirxand û diyar kir kuştina Palme destpêka komploya li dijî PKK'ê û Kurdan e. Dîlok her wiha got tenê bi têkçûna komplo û hilweşîna pergala Imraliyê lêborîna ji Kurdan pêkan e.

Nûçegihan Cemal Amed jî çalakiyên milîsên HBDH'ê, Yekîneyên Tolhildanê, Zarokên Êgir, YPS, YPS-JIN'ê ku van demên dawî zêde bûne, dinirxîne.

Nivîsa Şehid Kasim Engîn ya li ser Doktor Savaş -Menafî Beyazit nivisî li dawiya berga kovarê cih digire, ku Beyazi 27'ê Tîrmeha 2017'an şehîd bûbû.